Danişîna Hevşaredar Nazlier bê parêzer hat lidarxistin 2020-04-20 13:28:55 AMED – Danişîna doza Hevşaredara Karazê Rojda Nazlier a girtî tê darizandin bê agahiya parêzerên wê hat lidarxistin û danişîn bi hênceta “ji bo silametiya cemaweriyê” hat taloqkirin.   Danişîna doza Hevşaredara Navçeya Karaza Amedê Rojda Nazlier a qeyûm tayînî şûna wê hat kirin û bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” girtî tê darizandin divê îro li Dadgeha Amedê bihata lidarxistin. Derket holê ku danişîna doza Nazlier di 2’yê nîsanê de li Dadgeha Amedê bêagahiya tu kesî hatiye lidarxistin. Danişîna Nazlier a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin ku bêyî parêzeran hatiye lidarixistin taloqî 22’yê hezîranê hatiye kirin.   Di danişîna bêparêzer hatiye lidarxistin de dozger berdewamiya girtina Nazlier xwestiye.   Dadgehê ji ber vîrûsa koronayê girîngî daye tenduristiya cemaweriyê û bi vê hêncetê danişîn taloqî 22’yê hezîranê kiriye.   LI DIJÎ BIRYARA HSK’Ê YE   Parêzerê Nazlier, Diyar Çetedîr bertek nîşanî danişîna bêparêzer da û got: “Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) gotibû divê dosyeyên lezgîn danişîna wan bê lidarxistin. Lê di danişîna bê me de hatiye lidarixstin, li dijî biryara HSK’ê tevegeriyane.”   DANIŞÎNA BÛLÛTTEKÎN JÎ BÊPARÊZER HATIBÛ LIDARXISTIN   Danişîna doza Hevşaredara navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û girtî tê darizandin divê di 15’ê nîsanê de li Dadgeha Amedê bihata lidarxistin lê di 2’yê nîsanê de bêparêzer hatibû lidarxistin.