Ji bo Soylû pîrozbahiya bi xwîn, kêr û çek 2020-04-20 12:35:25 RIHA – Halaf Kete ku dema beriya niha li Şaredariya Wêranşarê ku qeyûm tayînî we hatibû kirin, alîkariya şaredar dikir, qebûlnekirina îstifaya Soylû, di destê wî de kêr, zarokên bi çek û sewalên serjêkirî pîroz kir.   Li naveçeya Wêranşar a Rihayê qebûlnekirina îstifaya Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû bi xwîn, kêr û çekan hat pîrozkirin. Halaf Kete ku dema beriya niha li Şaredariya Wêranşarê ku qeyûm tayînê wê hatibû kirin, alîkariya şaredar dikir, di 12’ê nîsanê de qebûlnekirina îstifaya Soylû, bi xwîn, kêr û çekan pîroz kir. Kete, dîmenên têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir. Di dîmenan de tê dîtin ku hin kesên ku çeka qaleşnîkofê di destê wan de ye, aleke mezin a tirk kirine destê xwe. Di dîmenan de 2 miyên serjêkirî jî tên dîtin. Balkêş e Kete jî di dîmenan de kêr di destê wî de ye, bi zarokekî ku çek di destê wî de ye re poz daye.   LI ŞAREDARIYA BAJARÊ MEZIN DIXEBITE   Dîmenên gotina mijarê ne bi nivîsê hatiye parvekirin: “Me kêfxweşiya xwe ya ji ber berdewamkirina peywirê ya dostê min ê bi qîmet rêzdar wezîrê me @suleymansoylu bi serjêkirina 2 qurbanan tacîdar kir. #süleymansoylu sitûna dewleta me ye û hebûna wî daîmî be.” Kete, di dîmenan de jî dibêje ku ji miyan ji bo xatirê Soylû serjê dike. Kete, niha li Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê dixebite.