MATUHAY-DER ji Wezareta Dadê xwest rêya ragihandina bi Ocalan re vekin 2020-04-20 12:19:33 STENBOL - MATUHAY-DER'ê bertek nîşanî zagona înfazê ya di meclisê re derbas bû da û wekî zagona şermê pênase kir. MATUHAY-DER'ê bang li Wezareta Dadê kir û xwest demildest rêya Îmraliyê vekin û rêya ragihandina bi Ocalan re bê vekirin.    Komeleya Alîkariya Malbatên Girtiyan a Marmarayê (MATUHAY-DER), têkildarî zagona înfazê ya di meclîsê re derbas bû, tecrîd û tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. MATUHAY-DER'ê xwest demildest reya Îmraliyê bê vekirin û bi Ocalan re hevdîtin bê kirin. MATUHAY-DER'ê da zanîn ku ji ber vîrûsa corona jiyan rawestiya ye û cihê herî di bin talûke û rîskê de girtîgeh in. Ger ku tiştek bi jiyana girtiyan bê îqtîdar berpirsiyarê ve yekê ye. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, gel ji tenduristiya wî bi fikar in. Li Îmraliyê Birêz Ocalan û girtiyên din tevî vê şewbê di tecrîdê de têne girtin. Hikûmetê di rojên dawi de ev qeyrana vîrûsê ji bo xwe kiriye firsend. Ev yek ne mirovî û ne jî hiqûqî ye. Ji ber ku malbat û parêzer nikarin bi Birêz Ocalan û girtiyên din re hevdîtin bkin fikar zêdetir dibin. Der barê tenduristî û rewşa Ocalan û girtiyên din de pêdivî bi agahiyên nû hene. Divê di şertên guncav de malbat û parêzer karibin bi wan re hevdîtin bikin. Dîsa divê bi rêya telefonê rêya ragihandinê bê vekirin. Dive wezareta Dadê vi mafê wan ê rewa bide wan. Em ji Wezareta Dadê dixwazin ku vî mafê girtiyê Îmraliyê bide wan."   Em wekî komeleyê jî vê zagona di meclîsê re derbas bû wekî zagona şermê dibîin. Ev zagona di meclîsê re derbas bû nayê qebûlkirin. AKP û MHP'ê rêgezê gerdûnî û neteweyî binpê kiriye û girtî terkî mirinê kirine. Di serî de girtiyên li Îmraliyê divê mafê hemû girtiyan ê jiyanê bê parastin. Em dixwazin bi rê û rêbazên demokratîk gavên çareseriyê bêne avêtin."