KNK: Divê hêzên Kurdan nakokiyên xwe bidin aliyekî 2020-04-20 12:14:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên KNK'ê têkildarî aloziya li Zînî Wertê nameyek ji rayedar û pêşengên tevgerên Kurdan re şand. KNK’ê diyar kir ku dema mijar hebûn û tunebûna gelê Kurd be, divê hemû hêzên kurdistanî nakokiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Hevserokên Kongreya Neteweyî ya Kurditanê (KNK) Zeyneb Morad û Ahmed Karamûs nameyeke vekirî ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî, hevserokên Yekîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK) Lahor Şêxcengî û Bafil Talebanî û hevserokên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat û Cemîl Bayik re nameyeke vekirî nivîsand.   Nameya hevserokên KNK’ê wiha ye:   "Berî çend rojan li herêma Zînî Wertê, li nava hêzên PDK'ê û YNK'ê aloziyeke metirsîdar rû da. Paşê jî alozî di nav hêzên HPG û pêşmergeyên PDK'ê de derket. Ev alozî dikare bibe sebeba şerekî navxweyî. Dijminê sereke dewleta Tirk, ji niha ve vê derfetê bi kar tîne, herêmê bombaran dike û nakokiyan kûr dike. Dewleta Tirk ev e demeke dirêj e her sal beşek ji axa Başûr dagir dike û baregehên leşkerî li van herêman ava dike. Planên dewleta Tirk, têkbirina hemû destketiyên gelê Kurd e. Pêwîste hemî hêzên Kurdistanî vê rastiyê bibînin û li hember dagirkeran helwest bigrin.   Ji bo di nava Kurdan de şerekî navxweyî dernekeve û destketiyên gelê Kurd têk neçin, nabe rewşeke bi vî regnî rû bide. Rewşeke vî rengî tenê dikare dilê dijminan xweş bike. Divê em weke gel, siyasetmedar, saziyên civakî, hunermend, rewşenbîr û akademîsyen, bi berpirsyariyeke dîrokî rabin û insayatîfê bistînin. Bê şik ku, parastina sînorên herêma Kurdistanê erk û berpirsyariya hikûmeta herêmê ye. Bêguman, partiyên Kurd û Kurdistanî yên siyasî û hemû Kurdistanî, Hikûmeta Başûrê Kurdistan wek hikûmeta xwe dizanin. Hikumdariya siyasî û parastina xaka wê rewa dibînin û piştgiriyê lê dikin. Bi vê wateyê erk û berpirsiyareke mezin û dîrokî dikeve ser milê Serok û Hikumeta Herêma Kurdistanê. Her wisa divê PDK, YNK û PKK jî xwe berpirsiyar bibînin û pêşî li malweraniyeke nû bigirin.   Di vê çarçowê de dema hebûn û tunebûna gelê Kurd bikeve bin metirsiyê, pêwîste PDK, YNK û PKK berjewendiyên partiyetiyê, nakokiyên xwe bidin aliyekî. Ji bo paristina destketiyên gelê xwe yekrêziya xwe xurt bikin. Li der dora stratejiyeke netewî bibin xwedan helwestên hevpar. Gelê me, dost û hevalbendên me, yekrêziyê û yekîtiyê ji me dixwazin. Bi ti rengî şerekî navxweyî qebûl nakin. Nakokî, alozî û şerekî navxweyî karesateke mezin ji bo me gişa ye. Bi vê mebestê em weke gelê Kurdistanê, nabe li hember hevdû helwestê werbigirin. Pêwîste em bi hev re helwestê li hember dijmin werbigirin, da em karibin berjewendî û desteftiyên xwe biparêzin.   Pêşiya her tiştî em dixwazin hêzên ku çûne Zînî Wertê, vegerin cihê xwe yên berê û propagandayên dijber ên medyayê bêne rawestandin. Em bi vê hêviyê bang li Hikumeta herêmê, PDK, YNK û PKK'ê dikin, zûtirîn kat dest bi diyalogê û goftûgoyan bikin. Da ku alozî û nakokiyên hene bêne çareserkirin.   Bila ev bibe wesîla yekrêziyê, yek dengiya me. Em li derdora stratêjiyek netewî bibin xwedan helwest.   Em tenê bi vî awayî dikarin planên dijmin yên qesda ji holê rakirina destkeftiyên gelê me têk bibin."