Li Girtîgeha Bûcayê testa girtiyek pozîtîf derketiye 2020-04-20 11:02:46   ÎZMÎR – Hat zanîn ku li Girtîgeha Bucaya Îzmîrê testa girtiyek ya koronayê pozîtîf derketiye û 62 girtî jî ji ber gumana koronayê li nexweşxaneyan hatine îzolekirin.   Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê diyar kir ku li Girtîgeha Bûcayê ya Îzmîrê girtiyek ji ber vîrûsa koronayê testa wî pozîtîf derketiye. H.A. di 13’ê nîsanê de bi gumana îshal û bêhalî rakirinae nexweşaneyê û pişt re testa wî ya koronayê pozîtîf derketiye. Di daxuyaniya dozgeriyê de hat gotin ku girtî H.A. li nexweşxaneyê hildane bin dermankirinê û tê îzolekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku girtî yê li qawîşên girtî û hikumxwarên edlî maye û sewqî nexweşxaneyê kirine û tevdîr tên sepandin. Di daxuyaniya dozgeriyê de hat zanîn ku 62 girtî û hikumxwar li nexweşxaneyn hatine îzolekirin û lêkolîna li ser teşhîsa wan didome û rewşa wan baş e.