Şaredariyên HDP’ê li dijî şewbê hemû derfetên xwe seferber kir 2020-04-20 11:00:20 WAN - Şardariyên HDP'ê yên Îdir, Panos, Giyadîn û Bazîdê li dijî belavbûna vîrûsa corona hemû derfetên xwe seferber kir. Li aliyekî xebatên paqijiyê dike, li aliyê din nexşeya kesên xizan derxist û xebata kampanya "Malbatên Xwişk û Bira" dimeşîne.    Şaredariyên ku di destên Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) de ne, li dijî vîrûsa corona hemû derfetên xwe seferber kirin û hewl didin xizmeta gel bikin. Şaredariyên HDP'ê li aliyekî hewl dide karê paqijiyê bike, li aliyê din nexşeya kesên xizan derxist û piştgiriyê dide kampanya "Malbatên Xwişk û Bira". Şaredariyan heta niha xwe gihandin hezaran malbatan û destê alikariyê dirêjî wan kirin. Dîsa ji bo pêvajoya demen pêş planên nû amade dikin.   Şaredariya Îdirê ya HDP'ê, li dijî vîrûsa corona hemû kolan û qadên bajar dezenfekte kir. Dîsa nexşeya kesên xizan derxist. Kesên ku serî li wan didin hewl dide bibe bersîva daxwazên wan. Şaredariyê heta niha li nêzî 2 hezar malbatan malzemeyên paqijî û dezenfektanê belav kiriye. Di çarçoveya kampanya "Malbatên xwişk û bira" de li nêzî 2 hezar û 500 malbatan qoliyên zexîre yên alîkariyê belav kir. Disa kiraya esnafan heta 3 mehan bê faîz taloq kir. Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, diyar kir ku piştî şewba vîrûsê belav bû hemû derfetên şaredariyê xistine xizmeta gel.    500 TAXIMÊ KIŞIKÊ LI MALBATAN BELAV KIRIN   Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê jî li Giyadînê Navenda Koordînasyona Qeyranê ava kirin û yekîneyên dezenfekteyê ava kirin. Xebatên şaredariyê yên paqijiyê didomin. Hevşaredara Giyadîne Betul Yaşar, diyar kir ku hemû daxwazen gel li ber çavan digirin û dinirxînin û wiha got: "Di mijara şewbê de yekîneyên me yên zabiteyan bê navber kar dikin. Em hewl didin bersîva hemû daxwazên gel. Em wekî hevşaredar bi 10 malbatan re bûn malbatên xwişk û bira. Me Hezar û 500 pakêtên paqijiyê li gel û esnafan belavkir. Heta niha me bi 200 malbatên xwe re alîkariya zexîre kiriye. Dîsa ji bo zarokên ku ji ber şewbê nikarin ji malê derkevin me 500 taximê kişikê (satranç) li malbatan belavkir.    ŞAREDARIYA PANOSÊ YEKÎNEYA PAQIJIYÊ AVA KIR   Şaredariya Panosê ya HDP'ê jî lijneya ku ji 12 kesan pêk tê ava kir û dest bi xebatan kir. Şaredariye ji bo karên dezenfekte û paqijiyê yekîne ava kir û ji bo agahdariyê belavok belav kirin. Li navenda navçeyê 30 îstasyonên dezenfekteyê ava kirin û xebatên paqijiyê berdewam dikin. Hevşaredarê Panosê Muşerref Geçer, diyar kir ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê pêdiviyên 34 malbatan pêşwazî kirin û malbatên pêdiviya wan bi malzemeyên paqijiyê heye alav û amûr li wan belav kirin.   ŞAREDARIYA BAZÎDÊ BI DEHAN MALBAT KIRIN XWIŞK Û BIRA     Şaredariya Bazîdê ya HDP'ê jî wekî şaredariyên din xebatên paqijî, dezenfektan û alîkariya malbatên xizan berdewam dike. Şaredariyê Komîsyona Derdor û Tenduristiyê ava kir û hem xebatên paqijiya derdorê û hem jî xebatên tenduristiyê dimeşîne. Dîsa wekî şaredariyên din gelek îstasyonên dezenfekteyê ava kirin. Şaredariyê heta niha alîkariya zexîrê da sedan malbatan û bi dehan malbat kirin xişk û bira.    MA / Adnan Bilen