Ji girtîgehê derket kêr kir û piştre mirî hat dîtin 2020-04-20 09:47:07   AGIRÎ - Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê Ramazan Înanç ji ber îşkence li keça xwe û hevjîna xwe kir hat girtin. Piştî bi zagona înfazê hat berdan mamê hevîna xwe kêr kir. Piştre ji mirî hat dîtin.    Bi zagona înfazê gelek girtiyên edlî serbest hatin berdan. Piştî serbest hatin berdan dîsa tev li sûc bûn. Du roj berê li Îzmirê ciwanekî ku hat berdan kesek kuşt. Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî Ramazan Înanç ji ber îşkence li keça xwe û hevjîna xwe kir hat girtin. Piştî bi zagona înfazê hat berdan mamê hevîna xwe kêr kir. Piştre ji mirî hat dîtin. Ramazan Înanç sala par di 8'ê mijdarê de îşkence li keça  xwe û hevjîna xwe kir û hat girtin. Piştî nêzî 5 mehan girtî ma 10 roj berê bi zagona înfazê ya AKP-MHP'ê di meclîsê re derbas kir hat berdan. Ramazan Înanç, piştî mamê hevjîna xwe kêr kir, li Taxa Abdigor a Bazîdê mirî hat dîtin. Cenazeyê Înanç rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryılmaz  a Bazîdê.  Têkildarî mijarê 13 kes hatin binçavkirin.