Her ku kuçe bêdeng dibin, ew jî xuya dikin 2020-04-20 09:02:41   STENBOL – Bi qedexeya derketina derve re kuçe, kolan û meydanên  li Stenbolê bêdeng bûn. Bi vê bêdengiyê re kesên bêmal û li derve dijîn bêtir hatin xuyakirin.    Nexweşîna vîrûsa koronayê (Kovid-19) li Tirkiyê herî zêde bandorê li Stenbolê dike. Herî zêde nexweşîn û qurbanî li Stenbolê hene. Bi qedexeya derketina derve re kuçe, kolan û meydanên li Stenbolê xwe li bêdengiyê pêçan û her kes li malê xwe ye. Lê yên ku mal û cihê mayîna wan nîne jî hene. Bangên “li malê bimîne” û “jiyan li malê xweş e” ji bo van kesên bêmal û bêcih tu maneya xwe nîne. Mala wan kuçe, kolan, meydan, bin pira û ser peyarêya ne. Bi vê bêdengiyê re kesên bêmal û li derve dijîn bêtir hatin xuyakirin.    MA / Îdrîs Sayilgan