Dayika Selma Irmak: Ez dixwazim keça xwe hembêz bikim 2020-04-20 09:02:25     AMED – Dayika Parlamentera berê Selma Irmak a girtî, Emîne Irmak diyar kir ku divê hemû girtî werin berdan û got: “Ez extiyar im û nexweş im. Tiştek ji min bibe dibe ku ez wê nebinim. Ez dixwazim keça xwe Selma hembêz bikim.”    Şewba vîrûsa koronayê (Kovid-19) li ser hemû dinyayê tesîra xwe ya kujer nîşan dide. Hikumeta AKP-MHP’ê bi hevkariya hev pakêta guhertina yasaya înfazê derxistin. Lê girtiyên siyasî daxilî vê guhertinê nehatin kirin. Ji bilî AKP û MHP’ê her alî bertek nîşanî vê pakêtê dide.    Dayika Parlamentera HDP’ê ya berê Selma Irmak a ji mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Kandirayê girtî ne, Emîne Irmak bertek nîşanî neberdana girtiyên siyasî da û wiha got: “Di vê pêvajoya dijwar de divê hemû girtiyên siyasî werin berdan. Lazime heps werin valakirin. Siyasetmedarên ji bo xizmeta gelê xwe dixebitin tevî vê şewba giran jî di hepsan de ne. Yên sûc dikin ew kesên wan dane girtinê ne. Keça min bi neheqî hat girtin û bi salane girtî ye. Bi salane ez bi hesreta keça xwe dijîm. Wê kî hesabê vê yekê bide? Ez extiyar im û nexweş im. Tiştek ji min bibe dibe ku ez wê nebinim. Ez dixwazim keça xwe Selma hembêz bikim. Neberdana keça min û hevalê wê min xemgîn dike. Sûcdarê vê rewşê kî ye? Bila keça min û hevalê wê demildest berdin. Hemû dizek, kujer û qatilan berdan lê siyasetmedaran bernadin. Bêedaletî kûrtir bû.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel