Fûat Keyman: Şewba koronayê welatên YE dabeş kir 2020-04-20 09:01:23     STENBOL -  Akademîsyen Fûad Keyman diyar kir ku şewba koronayê welatên Ewrûpayê dabeşî Bakur û Başûr kirine.    Akademîsyen Fûat Keyman ê li Zanîngeha Sabanciyê hîndekariya beşa Têkiliyên Navnetewî dike bandora şewba vîrûsa koronayê ya li ser welatên Ewrûpayê nirxand.    ‘KRÎZ WÊ KÛR BIBE’    Keyman destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de welatên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) di  nava yekrêziyê de tevger nakin û got: “Welatên Ewrûpa ketine derdê berwejndî û ewlehiya xwe. Di vê pêvajoyê de Çîn alîkariya Îtalya dike lê alîkariya Elmanya nekir. Ev rewş krîza heyî bêtir kûr kir. Li benda rewşek wiha bû. Vê yekê cara ewil di krîza 2008’an a di navbera Yewnanîstan û Elmanya dest pê kir. Pişt re krîza penaberên ji Sûriyê dom kir û îro jî nokteya dawî pêvajoya pandemî ye.”   'TÊKILIYÊN WAN DERIZÎN’    Keyman destnîşan kir ku şewba koronayê bû sedema dabeşkirina welatên Ewrûpa yên Bakur û Başûr û got: “Welatên Başûr têra xwe alîkariyê ji welatên Bakur negirtin. Ji ber vê yekê jî wê dest bi rêxistinkirina cuda bikin. Têkiliyên welatên Ewrûpayê derizîn û peşk li hêza wan ket.”     ‘DIBE KU YE DABEŞ BIBE’    Keyman da zanîn ku ev rewşa heyî dewam bike dibe ku bibe sedema dabeşkirina Yekîtiya Ewrûpa û heke ev welat ji vê pêvajoyê bi serketî dernekevin wê bibe sedema lawaziya wan. Keyman got heke sazî û rêxistinên navnetewî bikevin dewrê dê têkiliyên wan xurt bibin.    MA / Tolga Guney