Kiliçaslan: Li Stenbolê herî kêm 60 hezar weqa hene 2020-04-20 09:00:41   STENBOL – Endamê Desteya Zanistê ya ÎBB’ê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan diyar kir ku navenda koronayê Stenbol e û got: “Li Stenbolê herî kêm 60 hezar kes bi nexweşîna koronayê ketiye.”    Vîrûsa koronayê dinyayê xistiye bin bandora xwe ya kujer. Li Tirkiyê her ku diçe korona berbelav dibe û hejmara qûrbanî û weqayan jî zêde dibe. Tê gotin ku navenda şewbê ya li Tirkiyê Stenbol e. Endamê Desteya Zanistê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan tabloya vîrûsa koronaya li Stenbolê heye ji ajansa me re nirxand.    Kiliçaslan derbarê desteya zanistê ya ji aliyê ÎBB’ê ve hatiye amadekirin agahiyan da û ew têkildrî pandemîna li Stenbolê raporan amade dikin û xebatan birêve dibin.    Prof. Dr. Kiliçaslan pirsa me ya “Navenda şewba Kovid-19 a li Tirkiyê Stenbol e gelo?” bersivand û got: “Belê rast e. Wek New Yorkê ye. Stenbl bajarekî qerebalix e. Korona bandorek neyînî li ser Stenbolê dike. Ev nexweşîn li cihên wek Stenbolê li gel hemû tevdîrên hatine girtin jî belav dibe. Lê îqtîdarê dikaribû li bajarên wek Stenbolê hin bêtir û hin zûtir biryarên radîkal bigirtina, wê rîska nexweşînê kêm bûya. Hêj biryarek radîkal li dijî koronayê nehatiye girtin. Ev jî dibe sedemê belavbûna şewbê. Ev jî dibe sedemê dirêjbûna mayîna şewba koronayê. Rewş cidîtir dibe. Hejmara weqa û miriyan jî cihê nîqaşê ye. Ji ber ku pêvajo zelal nayê birêvebirin. Li gorî daneyên ber destê me ku tê texmînkirin di nîvê meha Nîsanê de derdora 60 hezar kes bi nexweşîna koronayê ketine. Çi yên testa wan negatîf derketine çi yên pozîtîf derketine.”    MA / Erdogan Alayûmat