ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-20 09:00:04   *  Hevseroka Şaxa SES’ê ya Meletiyê Sakîne Dogan diyar kir ku hêj kêmasiyên ekîpmanê hene û heke pêdiviyên welatiyan werin dabînkirin ji bo îzolasyona fizîkî qedexeya derketina derve mimkin e.   * Endamê Desteya Zanistê ya ÎBB’ê Prof. Dr. Zekî Kiliçaslan diyar kir ku navenda koronayê Stenbol e û got: “Li Stenbolê herî kêm 60 hezar kes bi nexweşîna koronayê ketiye.”    * Holdînga Cengîz 118 karkeran ji kar derxist. Holgîng li gel mexdûrkirina karkeran li herêmê talan xwezayê pêk tîne.    * Akademîsyen Fûad Keyman diyar kir ku şewba koronayê welatên Ewrûpayê dabeşî Bakur û Başûr kirine.    * Platforma Tenduristiyê Ya Ji Bo Hemû Xebatkaran got polîtîkaya têkoşîna îqtîdarê ya li dijî şewbê têr nake û ji bo şewb rê li ber trajediyek civakî veneke divê torên piştevaniyê werin birêxistinkirin.    *  Parêzer Sena Yazibagli diyar kir ku pakêta înfazê tenê ne faîlan bi wêrek dike di heman demê de rê li pêşiya mexdûrên tundiyê re dimînin jî digire.    * Dayika Parlamentera berê Selma Irmak a girtî, Emîne Irmak diyar kir ku divê hemû girtî werin berdan û got: “Ez extiyar im û nexweş im. Tiştek ji min bibe dibe ku ez wê nebinim. Ez dixwazim keça xwe Selma hembêz bikim.”    * Bi qedexeya derketina derve re kuçe, kolan û meydanên  li Stenbolê bêdeng bûn. Bi vê bêdengiyê re kesên bêmal û li derve dijîn bêtir hatin xuyakirin.    * Hevseroka Şaxa SES’ê ya Manîsayê Fîgen Pehlîvan Demîrel diyar kir ku ji ber li nexweşxaneyên pandemî ekipmana têrkirî ya parastinê nîne 34 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û hin rojan maske didin xebatkaran hin rojan jî nadin wan.   * Hevşaredar Dersimê ya berê Nûrhayat Altûn a girtî diyar kir ku piştî berdana girtiyên edlî 3 rojan xwarin nedane wan.    * Rojnameger Seyît Evran diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Mexmûr û Zînê Wertê parçeyên planên li dijî Qendîl û Xakûrkê ne û got: “Dixwazin çi li ser navê kurdan hebe tune bikin.”    * Midûrê Têkiliyên Gel ên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Erol Coşkun ku di serdema OHAL'ê de bi KHK'ê ji kar hat dûrxistin, piştre Komîsyona OHAL'ê karê wî paşve dayê, lê şaredariyê bi hinceta "Tu bi daxwaza xwe teqawît bûye" karê wî paşve nedayê. Coşkun, li dadgehê îtîraz kir.   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.   * Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê, derbarê Endamên Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek, Mûstafa Koçak û parêzerên ÇHD'ê yên di rojiya mirinê dene de, wê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ya  li Beyoglûyê dimîne civîna çapemeniyê  li dar bixe.  (13.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, wê derbarê pêşketinên rojevî de civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.30)