Ciwanên Mexmûrê: Li dijî êrîşan helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin 2020-04-19 17:15:34   MEXMÛR - Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê, li dijî êrîşên li ser Mexmûrê daxuyanî dan û gotin: "Em bang li hemû jinên ciwan û Gelê Kurd dikin ku hemberî van erîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin.”   TSK'ê di 15’ê Nîsanê de li dijî Wargeha Şêhîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşek pêk anî. Di êrîşa TSK'ê ya hewayî de 3 jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê bi daxuyaniyek êrîş şermezar kir. Endama Tevgera Jinên Ciwan Yasemîn Îşlek daxuyanî da û wiha got: "Wekî hûn dişopînîn hejmara mirovên ku ji ber şewba vîrûsa koronayê mirine gîhaştiye sedhezaran. Her çiqasî pergal çareseriyê digere xuya bike jî armanca esasî zêdekirina mirinan e. Heta mirov dikare bêje ev rewşa kuştina mirovan beriya derketina vîrûsa korona jî bi awayekê eşkere dihat pêkanîn.  Tenê li Rojhilata Navîn ku sed sal in bin dagirkerîya netewdewletên cîhanî de ye her roj sedan mirov ji ber rewşa şer tên qetilkirin. Li Kurdîstanê roj nîne ku mirovên sivîl, jin, ciwan, zarok neyên kuştin. Tenê di sedsala 20'an de nêzîkî nîv milyon Kurd ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin."    'ÊRÎŞ LI DIJÎ NIRXÊN MIROVAHIYÊ HATIYE KIRIN'    Yasemîn Îşlek di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku êrîş li dijî nirxên hemû mirovahiyê hatiye kirin u wiha got: "Gelên azadîxwaz ji warên xwe hatine koçberkirin û her roj bi erîşên qirqirinê re rûbirû dimînîn.  Di nav van şert û mercên  şer û koçberiyê de sedhezaran jin bi hovane hatin qetilkirin û an jî jiyana xwe ji dest dan. Mînaka herî şenber ya vê rewşê jî di 15'ê Nîsana 2020'an de ji aliyê balafên şer ên bê mirov ên Tirk ve 3 jinên hemwelatiyên wargehê hatin qetilkirin. Ev erîşa ku pêk hati di şexsê jin û gelê wargehê de hemberî hemû Kurdan û nirxen mirovahiyê hatiye kirin. Weke tê zanîn li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî,  ji ber erîşên dewleta Tirk koçber bûn û  ne cara ewile ku bi van erîşan re rûbirû dimînin. Ji bombardimanên balafirên şer bigire heta erîşên aborî, siyasî û civakî bi her awayî dom kiriye."    'SERÎ LI HEMÛ RÊBAZÊN HOVÎTIYÊ DIDIN'    Îşlek, da zanîn ku demeke direj e Tirkiye bi hevkariya PDK'ê li ser wargehê polîtîkaya ambargoyê xistiye meriyetê û jiyana civaka me xistiye xeteriye û wiha bi dawi kir: "Weke ku ev têr nake di van rojên ku vîrûsa korona weke xeteriyekê mezin civaka tehdit dike Erdoxan li pêy tunekirina Gelê Kurd ketiye. Îro li hemberî me dijminekê ku li ser esasê tunebûna me sondxwariye û ji bo bîgihije armanca xwe serî li hemû hovîtiyan dide.    TÊKOŞÎNÊ BKILIND BIKIN   Weke jin û ciwanên Kurd divê em bizanibin tenê bi şermezarkirinê ev rewş bi dawî nabe, qetlîam û komkujî nasekinin. Yekane rêya hemberî van erîşan sekinandinê jiyana azad de israrkirin e.  Ji bo vê têkoşîn û weke mînaka herî şenber tekoşîna Rêber APO ya 40 salî esas girtin e. Weke jinên ciwanên wargehê em ê tu caran van erîşên dewleta faşist ku bi aqlê zilamê desthilatdar tevdigere qebûl nekin. Em ê tola her jinekê ku ji aliyê dewleta dagirker ve hatiye qetilkirin bistînîn. Em bang li hemû jinên ciwan û Gelê Kurd dikin ku hemberî van erîşên dewleta Tirk helwest nîşan bidin û têkoşînê mezin bikin.”   Daxûyanî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Jin Jiyan Azadî" ve bi dawî bû.