Hevserokên HDP’ê: Divê serokê RTUK’ê tavilê îstîfa bike 2020-04-19 11:38:54     ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, banga îstîfayê li Serokê RTUK’ê kirin û gotin: “RTUK’ê bêalîtî û serbixwetiya xwe winda kiriye.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, derbarê Desteya Bilind a Radyo û Televîzyon (RTUK) ya ku ji bo saziyên weşanê yên weke Fox TV, Tele 1, Halk TV û Haber Global TV cezayê rawestana weşanê û pere birî de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku tevahiya cîhanê bi vîrûsa korona re têdikoşe, lê desthilatdariya li Tirkiyeyê li dijî civakê, beşên mûxalîf û medyaya mûxalîf têdikoşe. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat  gotin: “Li aliyekê bikarhênerên medya civakî ku parvekirinên rexneyî dikin binçav dikin û derbarê wan de pêvajoya darazê didin dest pê kirin û li aliyê din jî, bi polîtîkayên cudakar û cihêkar saziyên medyaya mûxalîf ku rastiyan serwîs dikin hedef digirin.”   ‘EV CEZA KEYFÎNE’   Di daxuyaniyê de, hat dest nîşan kirin ku cezayên hatin dayîn keyfî û ne hiqûqîne û ev yek hat gotin: “Cezayên giran didin û bi vî awayî darê Qesrê li ser serê medyayê dihejîn in. Ev li dijî azadiya medyayê û agahî girtina gel darbeye. Ev van biryarên keyfî bi tundî şermezar dikin. Kesên bi biryarên şaş gel daxistin kolanan divê hesap bidin. Lê li şûna vê bikin fatûreya şaşiya xwe li saziyên medyayê birîn.”   ‘SEROKÊ RTUK’Ê HEDÊ XWE DERBAS KIRIYE’   Di dewama daxuyaniyana hevserokan de wiha hat gotin: “Biryara qedexeya derketina kolanan a di 10’ê Nîsanê de hat îlan kirin, TRT’ê biryara qedexeyê berî daxuyaniya wezaretê serwîs kir. TRT bi xwe bi sedema ku gel dakeve kolanan û panîkê. Serokê RTUK’ê derbarê TRT’a alîgir de tu cezayan nabire û ji sûcê xwe veşêre, êrîşî weşanên mûxalîf dike û wan dixe hedef. Serokê RTUK’ê bi gotinên xwe yên weke ewê hîn zêdetir zextan li medya muxalif bikin, bi awayekê pir aşkere gefên girtin û betalkirina lîsansên medyayê li medya muxalîf dixwe. Serokê RTUK’ê bi vê yeke hedê xwe derbas kiriye û bi hiqûqiyê dike. Ev ne hedê wî ye ku bike. Peywira RTUK’ê ne girtina ekranane, vekirina qadên weşangeriya azad ên medyayê. Êdî RTUK’ê bêalîtî û serbixwetiya xwe winda kiriye. Tavilê divê îstîfa bike. Di warê qanûna bingehîn de jî, divê serokatiya vê saziyê neke.”