Ji sedî 60'ê nifûsê tevî xeteraya mirinê diçin kar û tên 2020-04-19 09:01:34   ANTALYA - Hevseroka Şaxa SES a Antalyayê Şukran Îçoz, anî ziman ku ji ber helwesta hikûmetê şewb berbelav bûye û got: "Hê jî herî kêm ji sedî 60'ê nifûsê bi xetereya mirinê re rû bi rû ye û bi vî awayî diçe kar."    Hevseroka Şaxa Sendîkaya Xizmeta Tenduristî û Civakiyî (SES) a Antalyayê Şukran Îçoz, tevdîrên ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) tên girtin û rewşa kedkarên tenduristiyê nirxandin.    BERBELAV BÛ   Îçoz, anî ziman ku hem li Antalyayê hem jî li gelek bajarên din ne qedexe lê wekî şewb qediya be rerehawetek heye û got, qedexeya derketina derve ya bêyî plansazî pêk tê ji dêvla ku şewbê kêm bike berbelavtir dike. Îçoz, got: "Herî kêm ji sedî 60'ê nifûsê wekî vegir-nexweşên potansiyel bi xetreya mirinê diçin kar û tên. tevdîrên tên girtin, sînrodarkirina temen a di nav hefteyê de têr nake. Civak dûrî pîvanên paqijyê û navbera civakiyî ye. Liv û tevgerên wekît iştek tunebe didomin."    BÊEWLETΠ   Îçoz got: "Ji bo pêşîlêgirtina şewbê rê û rêbazên demborî têr nakin. Ji bo şewb bisekine pêşî divê ji xeynî xizmetên mecbûrî xizmetên din hemû bên sekinandin. Bi israr kedkar tên xebitandin."    TEVDÎRÛ KÊM IN    Îçoz, anî ziman ku tevdîrên heta niha hatine girtin û pakêtên heta niha hatine derxistin ew daxilî nav nehatine kirin û got: "Çendî ku ji bo xebatkarên cemaweriyê tevdîrine qismî hatibin girtin jî, lê ji ber tevdîrên di saziyên cemaweriyê de nayên sepandin, ji ber neşopandina giştînayên hatine derxistin di navbera xebatkarên ceamweriyê de şewb zêde dibe, mirin zêde dibe. Tenê dibêjin gava mudaxileyî nexweş bê kirin divê ekîpmana parastinê bê lixwekirin. Îjar xebatkarên din? Ji ber ku ji xeynî hin qadên diyarkirî kes maskeyan bi akr nayne û lepikan naxe destên xwe û ekîpmana parastinê nayê bikaranîn şewb zêde dibe. Heger rewşeke gumanbar tunebe û semptom neyên dîtin test nayên kirin. Bi awayekî rêk û pêk testa xebatkarên tenduristiyê nayê kirin. Hema bêje li bijîşktiyên malbatan tevdîr nayên girtin. Xizmeta tenduristiyê ya parastiner tuneye."    Îçoz, bal kişand ser Qanûna Şidetê ya di Tenduristiyê de jî û got, qanûna navbirî kêm e. Îçoz, anî ziman ku tekane rêya ku ew ji vê krîza heyî xelas bibin xurtkirina piştevaniya civakiyî ye û got, di serî de tevdîrên ji bo kedkarên tendristiyê û bi giştî jî yên ji bo hemû kedkar û gel demildet divê pêk bên.   MA / Hamdûllah Kesen