Şertê 'qeyda sabiqeyê' danîne ber şivanan 2020-04-19 09:00:19   WAN - Walîtiya Wanê, ji 673 zozan û mêrgên bajêr 108 jê wekî "Herêma Ewlehiya Eskerî ya Demborî" îlan kir. Her wiha kesên bixwazin mêr û zozanan kirê bikin jî şertê ku agahiyên xwe ragihînin danîne ber wan û ê şivanan jî şertê "qeyda sabiqeyê" danîne ber wan.    Walîtiya Wanê, giştînameya mera û çêreyan a sala 2020'an amade kir. Îsal jî ji 673 mêrg û zozanên li bajêr 108 jê wekî "Herêma Ewlehiya Eskerî ya Demborî" hatine îlankirin û qedxekirin. Her wiha kesên bixwazin mêrg û zozanan kirê bikin jî şertê ku agahiyên xwe ragihînin danîne ber wan û ê şivana jî şertê "qeyda sabiqeyê" danîne ber wan. Her wiha di giştînameyê de hatiye diyarkirin ku heger li hemberî asayîşê tiştek pêk bê, divê hêzên ewlehiyê, keya û qeymeqamtî bên agahdarkirin.    Di giştînameyê de hatiya diyarkirin ku heger li mêrg û zozanên hatine qedexekirin heywan bên çêrandin an jî bên bikaranîn wê ceza bêbirîn. Her wiha hatiye gotin ku li deverên ku hên tehsîsata wan nehatiye kirin ji bo pêşî li çêrandina heywanan bê girtin birina heywanan a mêrgan û bazirganiya li wir hatiye qedexekirin. Di giştînameyê de hatiye destnîşankirin ku heger li mêrg û zozanan ji mafê çêrandinê zêdetir heywan li mêrgên bin an jî bên kirêkirin wê 3 qat zêdetirî bedêla ku komîsyonê diyar kiriye bê stendin.   Dîsa di giştînameyê de hatiye diyarkirin ku heger li zozanan golik an jî berxik çêbibin divê roja çêbûna wan, roja mirina wan, roja jêkirina wan bê ragihandin û qeyda wan bê çêkirin.    Li gel vê hatiye gotin ku wê deverên hatine kirêkirin tim ji hêla peywirdarên midûriyetên çandinî û daristanê yên bajêr û navçeyan û cendirmeyan ve bên kontrolkirin.    MA / Adnan Bîlen