ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-19 09:00:12   * Walîtiya Wanê, ji 673 zozan û mêrgên bajêr 108 jê wekî "Herêma Ewlehiya Eskerî ya Demborî" îlan kir. Her wiha kesên bixwazin mêr û zozanan kirê bikin jî şertê ku agahiyên xwe ragihînin danîne ber wan û ê şivanan jî şertê "qeyda sabiqeyê" danîne ber wan.    * Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk ku ji bo qanûna înfazê ya nû got "Efûyeke sergirtî" gt: "Heger Qanûna Bingehîn xwe wekî Qanûna Bingehîn bhesibîne divê betal bike. Çimkî ev sererastkirin li dijî Qanûna Bingehîn e."    * Malbatên girtiyan diyar kirin vîrûsa coronayê ketiye hundirê girtîgehan û xwestin Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê bikevin nava tevgerê û gotin: “Girtî terkî mirinê kirine. Divê demildest hemû werin berdan.”   * Hevseroka Şaxa SES a Antalyayê Şukran Îçoz, anî ziman ku ji ber helwesta hikûmetê şewb berbelav bûye û got: "Hê jî herî kêm ji sedî 60'ê nifûsê bi xetereya mirinê re rû bi rû ye û bi vî awayî diçe kar."    * Li Mêrdînê, ji ber qedexeya derketina derve welatiyên nikarin derkevin derve li ser banên xaniyên xwe bafirokan difirînin û xebatkarên şaredariyê jî li kuçe û kolanên teng ên bajêr bi keran karê paqijiyê dikin.    * Adnan Elma ku hestiyên xwişka xwe ya PKK'yî ku qet ew nedîtiye ji Goristana Bêkesan girtiye û li gundê xwe veşartiye. Elma, got: "Min hestiyên xwişka xwe ya qet ew nedîtiye defin kirin. Li cîhanê tişteke bi vî rengî tuneye."