KCD: Şewba heyî ne xwezayî ye, çavkaniya bêtenduristiyê kapîtalîzm e 2020-04-18 17:12:42   AMED - Meclîsa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî şewba li tevahiya cîhanê belav bûye belavokek parve kir û wiha got: Çavkaniya bingehîn a bêtenduristiyê Kapitalizm e! Bê guman şewb di dîroka mirovahiyê de her tim hebû û îro jî didome.  Lê şewba îro ne xwezayî ye ne jî bûyera xwezayê ye. Rêya civakek bi tenduristî û demokratîk di seferberiya avakirina Modernîteya Demokratik re derbas dibe."    Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî şewba vîrûsa corona (Covît-19) ku li Tirkiye û hemû cîhanê belav bûye û WHO wekî pandemî îlan kiriye belavokek parve kir. Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê di belavokê de anî ziman ku çavkaniya bingehîn a bêtenduristiyê Kapitalizm e! û wiha  got: "Bê guman şewb di dîroka mirovahiyê de her tim hebû û îro jî didome.  Lê şewba îro ne xwezayî ye ne jî bûyera xwezayê ye. Lewra şewb, zelzele û karesatên ku îro pêş dikevin divê mirov wekî "Xwezayî" negire dest. Qebûlkirina bi vî rengî xizmeta pergala kapitalist e. Vîrus her den heye û xwe diguhere. Ger ku ev vîrûs mutasyonê derbas bike û bibe şewba ku jiyana mirovan têxe talûkeyê bi temamî girêdayî çalakiya mirov e. Bi destê kapitalizmê gelek qadên jiyanê yên xwezayî hatin wêrankirin. Gelek zindiyên biyanî hatin tunekirin û hevsengiya xwezayê hat xerakirin. Zindiyên ku hebûna jiyana xwe berdewam kirin, nifûsa wan pir zêde bû. Bi bajarbûna zêde û çêkirina bendavan, daristan hatin talankirin û tunekirin. Bê sînor û firen pîşesazî û îndustrîyalîzm pêş ket. Vê yekê bi xwe re hewa qirêj kir û çem û rûbarên diherikin zuha kir. Gol zuha kirin. Îndustrîyalîzmê xwedîkirina sewalan û ekolojî wêran kir. Ket nava qadên jiyanê yên mirovan. Di encamê de ev mîkroorganîzma bi rê û temasa sewalanên biyanî ya mirovan derbasî bedena mirov bûn. Piştre bûn mikroorganizmayên ku rê li pêş nexweşiyên mirovan dikujin vekirin."    'NETEW DEWLET DIXWAZIN VÊ REWŞÊ BIKIN FIRSEND'    Meclisa KCD'ê da zanîn ku li gel ku Zanist û Teknîka zanistê ji her demê pêşdetir ketiye jî niha ev şewba pêşketiye bû sedema mirina sed hezaran mirov û wiha lê zêde kir: "Zêdeyî 2 milyon mirov bi vê şewbê ketin. Bi milyonan mirov ketin bin bandora vê şewbê. Heta niha tu nîşaneyên ku ev rewş baş bibe nehatiye dîtin. Hêj tu çareyek mayinde nehataye dîtin. Mixabin dewletên kapitalist û netew, tedbîr dereng girtin. Her dem netew dewlet dixwazin vê rewşê bikin firsend. Di rewşa niha de Netew Dewlet ji bo rejima bêtir serdest, zordest û otoriter, ava bike, vê weşbê wekî ‘lutufekê" dibîne û dide xuyakirin. Lê Netew Dewletê û kapitalizmê êdî îflas kiriye. Niha hemû mirovahî vê yeke niqaş dikin û ketine nava lêgerînekê."    'EM NE MOHTACÊ VÊ PERGALÊ NE'    Meclîsa KCD'ê pêşniyarên çareseriyê jî parve kir û wiha got: "Em Meclîsa Tenduristiyê ya KCD'ê bi salan in dibêjin û dîsa dubare dikin. Em ne mahtocê vê pergalê ne. Cînake demokratik, ekolojik ku mirov lê bijî pêkan e. Ev jî bi muxaletefa civakî pêk tê. Divê aqilê kolektif têkeve meriyetê. Divê bi rêbazên ekolojîk û demokratik em her tiştî têxin meriyetê. Halê bi tenduristî; halê tenduristiya fîzîkî, ruhî, bedenî, civakî, siyasî tevahî ye. Vê şewbê carek din nîşan da ku tenduristî bi avakirina bêtir nexweşxaneyan û hilberina dermanan ne pêkan e. Dîsa bi pêşketina teknolojî û nexweşxaneyên bi ekipmanên zêde nîne. Ger ku wisa bûya dê ew qas li Ewropa DYA û welatên pêşketî belav nebûya."    'ÇARESERÎ AVAKIRNA MEDORNÎTEYA DEMOKRATÎK Û EKOLOJÎK E'    Meclisê herî dawî bal kişand ser çareseriyê û got: "Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo jiyana bi tenduristî, di heman demê de têkoşîna qada siyasî, civakî û ekolojîk e. Li gorî wê mirovê bi tenduristî û civaka be tenduristî, di rêya tenduristiya rast re derbas dibe. Ji ber ve yekê pêdivî bêtir bi rêxistinkirina rêveberiyên herêmî û avakirina rêveberiyên xweser heye. Pêdivî bi avakirina hişmendiya demokratîk ekolojîk heye. Li dijî bajarvaniya mezin, pêdivî bi avakirina jiyana komînal, gund û ekolojik heye. Rêya civakek bi tenduristî û demokratîk di seferberiya avakirina Modernîteya Demokratik re derbas dibe."