Nexweşiya Ebedin Abî ya dil giran dibe 2020-04-18 15:05:42   ENQERE - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hetfeya 293'an de bal kişandin ser tenduristiya Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 2 a Qeyseriyê û diyar kirin ku rewşa Abî giran e. Înîsiyatifê diyar kir ku Abî di koma rîskê de ye û nexweşiya wî ya dil giran dibe.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hetfeya 293'an de çalakiya xwe ya hefteyî berdewam kir û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş Înîsiyatifê ji ber vîrûsa corona li ser medya civakî têkildarî tenduristiya Ebedîn Abî yê li Girtîgeha Tipa T a Hêjmar 2 a Qeyseriyê vîdeo parve kir. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Abî û diyar kir ku Abî di koma rîskê de ye û nexweşiya wî ya dil giran dibe.  Çevîrmen, destnîşan kir ku hikûmetê bi vê guhertina zagona înfazê girtiyên nexweş û siyasî li derve hiştine û wiha got: "Ev yek li dijî rêgezên wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Abî nexweşê dil e. Damarên dilê wî tev xetimî ne. Niha stent xistine dilê Abî. Di demek nêzîk de dîsa anjiyo bûye. Damara anjio werimî ye û êşa wê dijî. Dîsa nexweşê diyabetê ye. Divê di bin kontrolê de bijî. Ji ber vê yekê divê Abî bê berdan."