Li Amedê kuçe vala ne lê helîkopter bê navber difirin 2020-04-18 14:08:25   AMED – Ji ber qedexeya derketina derve ya li 31 bajaran ku di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de hatiye îlankirin, kuçe, kolan, bûlwar û qad vala ne û tevgera hewayî jî didome.    Qedexeya derketina derve ku ji hêla Wezareta Karên Hundir ve îşev hat îlankirin, 30 jê bajarên mezin bi giştî li 31 bajaran didome. Yek ji van bajarên ku qedexe lê didome Amed e. Li Amedê ku nexweşxane, dermanfiroş û firin lê vekirîne kuçe, kolan, bûlwar, qad û deverên dîrokî vala ne. Ji ber qedexeyê trafîqa li bajar gelek kêm e û bêdengî li bajar serdest e. Welatiyên ku bi wesayîtên xwe derketin derve ji hêla polisan ve hatin sekinandin û kontrola nasnameya wan hat kirin. Nûçegîhanê ajansa me ku ji bo şopandina qedexeya derketina derve derket derve li 8 noqteyên cûda nasnameya wî hat kontrolkirin.   TEVGERA HELÎKOPTERAN   Li ezmanê bajar tevgereke zêde ya helîkopteran heye û polis jî li kolan û bûlwaran timik dewriyeyan davêjin. Kuçe û kolanên ku ji mirovan vala mane ji kûçik û pisîkan re bûne mesken. Hat dîtin ku gelek welatiyan beriya qedexeyê ji bo kûçik û pisîkan av û xwarinê danîne ber deriyên xwe.