Çîroka Ertaş ê Torosê ew revandibû vegotin 2020-04-18 14:05:17   AMED - Xizmên windayan û Komîsyona windayan a ÎHD'ê di hefteya 584'an de çîroka Huseyin Ertaş ê li Qoserê bi "Torosa Spî" hat revandin û ji aliyê kesên nediyar ve hat kuştin vegotin.    Xizmên windayan û Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi dirûşmeya "Bila winda bêne dîtin û faîl bêne darizandin" di hefteya 584'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Vê hefteyê rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Mustafa Altintop têkildarî Huseyin Ertaş ê li Navçeya Qoserê ji aliyê "Torosên Spî" ve hat revandin û kuştî hat dîtin de vîdeo amade kirin û parve kir. Komîsyonê li ser hesabê ÎHD'ê yê twitterê video parve kir. ÎHD'ê di vîdeoyê de cih da çîroka Huseyîn Ertaş ê 8'ê Tîrmeha 1995’an de hat revandin û hat kuştin  vegot. Rêveberê ÎHD'ê Mustafa Altıntop çîroka Huseyîn Ertaş vegot û wiha got: "Li Gundê Emrûd ê Qosera Mêrdînê eskeran xwest welatî bibin cerdevan. Huseyin Ertaş ê li gund çotkarî û sewalkarî dikir, di sala 1947'an de ji dayik bûbû. Zewicî bû û bavê 9 zarokan bû. Keçek wî tev li PKK'ê bûbû. Dema eskeran bi ser gund de girt rastî tundî û îşkenceyê hatibû. Di sala 1994'an de gundiyên Emrûd cerdevanî qebûl nekirin. Ji ber vê yekê neçar man ku di nava 3 rojan de gund vala bikin. Hêj mala xwe bar nekiribûn eskeran gund şewitandin. Malbata Ertaş hatin li Qoserê bi cih bûn."    ERTAŞ BI TOROSA SPÎ HAT REVANDIN   Altintop, anî ziman ku di dîroka 08.07.1995'an de texsiya Torosa Spî hat ber mala Huseyin Ertaş û 4 kesên bi çek bang li Ertaş kirin û xwestin wî bibin Qereqolê û wiha got: "Ji ber Huseyîn Ertaş ev yek qebûl nekir, kesên bi çek bi zora çekan Huseyin Ertaş bi zorê li maşînê suyar kirin û çûn. Xwişk û birayê wî çûn qereqolê pirsa wî kirin. Lê rayedarên qereqolê diyar kirin ku kesên wisa tune ye. Piştre cenazeyê Huseyîn Ertaş li serê kaniyê hat dîtin. Wê demê Fermandarê Qereqolê Hasan Atilla Ugur bû. Bedena Huseyin Ertaş di 13.07.1995'an de li Serekaniyê hat dîtin. Ji ber ku bedena wî hatibû şewitandin, malbatê ewil ew nas nekirin. Piştî malbatê teşhîs kirin birin li gund defin kirin.    Malbatê ji ber şert û mercê wê demê doz venekir û serî li rêyên hiqûqî nedan. Lê di sala 2006'an de kurê Huseyîn Ertaş Muhittin Ertaş ji o dozê veker serî li dozgeriyê da. Muhittîn Ertaş diyar kir ku bavê wî bi fermana Fermandarê Qereqolê Hasan Atilla Ugur hat revandin û xwest cerdevan Îsmet Kandemir û Abdurrahman Kurga bên darizandin. "