DTO: Li Amedê 30 xizmetkarên tenduristiyê bi Covît-19 ketine 2020-04-18 13:00:50   AMED - Odeyat Tabîban a Amedê (DTO) rapora Covit-19 ya têkidarî xizmetkarên tenduristiyê ya Amedê aşkere kir. Odeyê diyar kir ku li Amedê 30 kes bi vîrûsa corona ketine û karmendekî jiyana xwe ji dest daye.    Odeyat Tabîban a Amedê (DTO) rapora Covit-19 ya têkidarî xizmetkarên tenduristiyê ya Amedê aşkere kir. Odeyê hurguliyên raporê li ser medya civakî parve kir û wiha got: "Heta 18'ê Nîsanê li Amedê 12 bijîşk, 12 hemşîre, ebe û karmendên tenduristiyê, 4 personel, 1 Peyvirdarê Otomosyonê, 1 karmend, (jiyana xwe ji dest da) bi şewba vîrûsa corona (Covît-19) ketin. Bi giştî 30 kes bi vîrûsê ketin û karmendekî jiyana xwe ji dest daye.    Odeyê anî ziman ku bi qasî wan xwe gîhand xebatkarên tenduristiyê yên bi şewba Covît-19 ketine hêjmar 30 kes in. Odeyê anî ziman ku ji ber testên pêwist ên çawanî û têr (KKE) nayên kirin, difikirin ku tevahiya xebatkarên tendristiyê yên bi şewbê ketine zêdetir in.