Dozger bi hinceta heqaret li Albayrak kiriye doz li rojnameger vekir 2020-04-18 11:53:18     STENBOL - Dozger bi îdîaya ku Nûçegihana Rojnameya Cumhurriteyetê Hazal Ocak bi nûçeya "Wezîrê Maliye û Xezînê Berat Albayrak li ser rêgeha Qanal Îstanbul zevî kiriye," der barê Hazal Ocak de doz vekir.    Nûçegîhana Rojnameya Cumhurriyetê Hazal Ocak têkildarî Wezîrê Maliye û Xezinê Berat Albayrak de nûçe çêkir û diyar kir ku Albayrak 8 sal berê li Rêgeha Qanal Îstanbul 13 dolim zevî kirî ye. Dozger der barê Hazal Ocak de di  6'ê Adara 2020'an de îdîaname amadekir û xest Ocak bi sucdariya "Heqaretê" bê darizandin. Lê Serdozger ev îdîaname red kir. Dozger di 31'ê Adarê de îdîaname nû kir û xwest Ocak ji 1 saleke hata 2 salan bê cezakirin. 2'emîn Dadgeha  Cezayê Asliye îdîaname qebûl kir û xwest Ocak bê cezakirin. Danişîna yekem a Ocak dê di 18'ê Hezîranê de bê dîtin.