Li pêş çavê malbatan kevirên goran şikandin 2020-04-18 11:03:19   WAN - Eskerên ku li Erdîşê çûn taxekê, bi hinceta li ser kevirê gorê kod hatiye nivîsîn, bang li malbata xwediyê gorê kirin û li pêş çavê malbatê kevirên gorê kişandin.    Li Wan û navçeyên Wanê 2 roj berê esker û polîsan li gelek goristanan, wêneyên gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane kişandin û piştre çûn ji malbatan agahiyên der barê zarokên wan ên jiyana xwe ji dest dane de xwestin. Esker dîsa diçin taxan û wêneye goran dikişînin û gorên cenazeyan wêran dikin. Duh dîsa esker çûn li taxan geriyan û hem wêneyê goran kişandin û hem jî kevirên goran şikandin. Eskerên ku li taxek Navçeya Erdîşa Wanê wêneyê 2 goran kişandin, bi hinceta "Navê Kod" hatiye nivîsîn ewil bang li malbatan kirin û piştre li pêş çavê malbatan kevirê gorên zarokên wan kişandin. Eskeran bi hinceta kod an jî flemaya alê li ser heye kevirên gorê şikandin. Eskeran piştî bi kamerayan qeyd kirin kevirên gorê şikandin.    ESKERAN: FERMAN JI MERE HATIYE   Welatiyê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku duh di saetên nîvro de eskeran keyayê taxê jî bi xwe re anîn û hatin ser goristanê û wiha got: "Eskeran demeke bi kamerayan gorên li goristanê kişandin. Piştre bang li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û gorên wan li wir hene kir. Eskeran diyar kirin ku ji ber li ser kevirên koran kod hatiye nivîsîn û gotina "Şehît" hatiye nivîsîn dê keviran bişkînin. Eskeran diyar kirin ku ji derve ferman ji wan re hatiye û piştre eskeran kevirên goran şikandin û çûn. Dema esker çûn dîsa malbat hişkar kirin ku dîsa nivîsê nenivîsin.    Eskeran 2 roj berê li Navçeyên Ebexe, Bêgirî Serav, Qelqelî û Erdîşê dîsa çûbûn li ser goristanan wêneyê goran kişandibûn û piştre çûbûn malbatan der barê zarokên wan de agahî xwestibûn.