MED TUHAD-FED: Daxwazên Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin 2020-04-18 10:40:59   AMED - MED TUHAD-FED’ê bang li hikumetê kir ku ji bo girtiyên nexweş û siyasî tavilê gav bavêje û got: “Derbarê binpêkirinên mafan de, serlêdanên ji bo me têne kirin pir zêde ne.”   Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Mezopotamya Med (MED TUHAD-FED), têkildarî bin pêkirinên mafan ên li girtîgehan tên jiyîn de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di qanûna înfazê ya di Meclîsê de hat qebûlkirin daxwazên wekheviyê hatin pişt guh kirin û her roja diçe binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdetir dibin û dewam dikin.   AMÛRÊN PAQIJIYÊ NADIN GIRTIYAN   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo federasyona me gelek serlêdan tên kirin. Girtiyê li Girtîgeha Bolû dimîne Nûrûllah Semo hikumxwarekê girane. Her tim rastî gefên kuştinê yên rêveberiya girtîgehê tê. Di hucreyek yek kesî de tê girtin û ragihand ku her tim rastî gefên weke ‘emê te û hevalên te bi kujin’ yên rêveberiya girtîgehê tê. Li gorî agahiyên ji Girtîgeha Şakranê hatin berdest me; di beşa jin lê dimînin de tu dezenfektan tuneye. Du heftiyan carekê dezenfekte dikin. 4 qawîş kirine 3 qawîş û qawîşa 4’emîn jî ji bo karantînayê veqetandine. Di heman demê de pencereya qawîşa ji bo karantînayê hatiye valekirin jî li qawîşa girtiyan mêzke dike. Ev jî rîskekê mezin bi xwe re tîne ji bo girtiyên din. Dîsa bijîşkê girtîgehê bi vîrûsa koronayê ketiye û dûre ev yek derketiye holê. Berî testa vîrûsê ji bo bijîşk bê dayîn, vî bijîşkî gelek girtî derman û mayene kirine. Di heman demê de belavkirina xwarinê paqij nayê girtin. Li gorî agahiyên ji bo me hatine ragihandin, di girtîgeha Bafra ya Samsûnê de jî, amûrên paqijiyê nadin girtiyan. Girtî Mehmet Dag ê li Girtîgeha Afyonkarahîsarê dimîne jî, da zanîn ku rayedarên girtîgehê lêgerîna tazî ferzî wan dike û rastî îşkenceyê hatine. Di vê girtîgehê de jî, paqijî nayê kirin, şert û mercên girtîgehê ne paqijin.”   DERBARÊ BINPÊKIRINAN DE SERLÊDAN PIR ZÊDENE   Di daxuyaniyê de bang lli hikumetê kir ku ji bo girtiyên nexweş û siyasî tavilê gav bavêje û wiha hat gotin: “Derbarê binpêkirinên mafan de gelek serlêdan hene. Em bang dikin ku daxwaza Neteweyên Yekbûyî (NY) bê bi cih anîn. NY daxwaz dike ku hejmara mirovên dibin çavan de bi lez bê kêm kirin. Hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê hikumxarên nexweş û extiyar bên berdan.”   ‘JIYAN PÎROZ E’   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikumeta ku di pêşnûmeyên cudakar de bi israr dike, divê demildest girtiyên nexweş û siyasî berde. Ji bo vê divê gav bavêje. Jiyan pîroze. Erka sereke ya Meclîsê mirov dana jiyîne. Em ê tu carî nêzîkatiyên raya giştî û civakî ji nedîtî ve tên, qebûl nekin. Em carek din banga xwe ya berdana girtiyan nû dikin û daxwaz dikin ku gav bê avêtin.”