Testa serbijîşk, bijîşk û sekreter pozîtîf derket 2020-04-18 09:24:23   AMED – Li Amedê testa vîrûsa koronayê ya serbîjîşk, bijîşk û sekreterê nexweşxaneyeke taybet pozîtîf derket.   Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane derket hezar û 769 kesan. Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi vîrûsê ketine zêde dibe. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, li Amedê testa vîrûsa koronayê ya serbîjîşk, bijîşk û sekreterê nexweşxaneyeke taybet pozîtîf derket.   Piştî ku testa wan pozîtîf derket bijîşk û sekreterê nexweşxaneyê li Nexweşxaneya Lêkoîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê kirin bin qarantînayê. Lê serbîjîşk xwe li mala xwe kir bin qarantînayê. Ji ber ku pitika wê heye piştî demekê sekreter jî xwe li mala xwe kir bin qarantînayê.   TESTA KESÊN KU BI WAN RE TÊKILÎ DANÎNE NEHAT KIRIN   Peywirdarê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar li sekretera ku di qarantînayê de geriyan û navê kesên ku bi wan re têkilî daniye jê xwestin. Sekreter, navê van kesên ku ew jî xebatkarên tenduristiyê ne bi rayedaran re parve kir. Lê rayedaran li gel ku xwe gihandin van hemû kesan jî testa wan nekirin û tenê hişyariya ku li paqijiyê baldir bin li wan kirin. Hat hînbûn ku Peywirdarê Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajar hê jî têkilî bi kesên ku serbijîşk û bijîşk re têkilî danîne re dananîne.