Derûnînas Aşlamaci: Jehrkuja tirsê, piştevanî ye 2020-04-18 09:01:41   STENBOL - Derûnas Cemre Can Aşlamaci, diyar kir ku anî ziman ku piştî Covîd-19'yê baweriya welatiyan bi saziyên dewletê nemaye û got, jerhkuja fikar û tirsa çêbûye piştevanî ye.    Nediyariya rewşa şewba vîrûsa coronayê (Covîd-19) bûye sedema fikar û tirsê. Derûnas Cemre Can Aşlamaci, nediyariya rewşa heyî û bandora şewbê ya li ser civakê nirxand.    Aşlamaci, diyar kir ku beriya şewbê jî li cîhanê ji ber pergala kapîtalîst nediyariyek hebû, lê belê piştî vê şewba ji ber krîza pergaliyî derketiye holê nediyariya heyî kûrtir bûye. Aşlamaci, destnîşan kir ku ev nediyarî jî bûye sedema zêdebûna fikaran û got, mirov divê di "civakîbûnê" de li çareseriya vê nediyariyê bigere.    FIKARA CIVAKÊ    Aşlamaci, diyar kir ku polîtîkayên dewletan ên di dema şewbê de hesta nebawerîbûnê zêdetir kirine û got, îzolasyona ku dewlet wekî tevdîrê dane ber mirovan jî ne bi awayekî wekhev e. Aşlamaci, got: "Bi milyonan kedkar bi bêedaletiya pergalê re rû bi rû mane û ev kes nikarin sûdê ji îzolasyonê bigirin. Di vê serdemê de fikara ewil a kedkaran ew e ku 'ez ê çawa nan bibim mala xwe.' Li gel vê fikara 'gelo ez ê nexweş bikevim, ez ê sax bimînim' jî bi wan re çêdibe. Bi kurt û kurmancî fikara mirinê û mirina ji be rbirçîbûnê li piraniya civakê peyda bûye."    Derûnas Aşlamaci, anî ziman ku fikare li civakê peyda bûye bi xwe re tirsê jî tîne. Her wiha Aşlamaci, bal kişand ser qedexeya derketina derve ya ku Wezareta Karên Navxweyî îlan kiribû û piştî qedexe hatibû îlankirin welatî ji bo tevdîrên xwe berê xwe dabûn dikan û marketan. Aşlamaci, diyar kir ku ew tişta derket holê tirs û fikara li welatiayn peyda bûye aşkere dike.    NEBAWERÎBÛNA BI DEWLETÊ ZÊDETIR BÛYE    Aşlamaci, bilêv kir ku beriya şewbê jî li Tirkiyeyê baweriya welatiyan a bi saziyên dewletê kêm bû û ji bo vê bal kişand ser întiharên çêbûn. Aşlamaci, got: "Nebawerîbûan bi dewletê zêde bûye. Mirov dipirsin, 'Dewlet bid erbekê bi milyaran deynê bacê yên şîrketên mezin jê dibe, lê radibe hejmara ÎBAN'ê dide welatiyan.' Helbet encamên vê lêpirsînê jî hene. Karektera çînî ya dewletê di kesan de dibe sedema encamine travmatîk. Îjar wê ji ber vê karaktera çînî mirov jî ji bo tenduristiya civakê pev re çareyan peyda bikin û xwe bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin. Niha jî lêgerîn û mînakên vê yekê hene."    PIŞTEVANIYA CIVAKIYΠ   Aşlamaci, destnîşan kir ku di pêvajoyeke ku dewlet tenê sermayeyê diparêze de, hêza sereke ya mirovan piştevaniya civakiyî ye û got: Wê mirov fêm bikin ku hêza sereke rêxistinbûyîna li dor piştevaniya civkiyî ye. Di vê pêvajoyê de mirov tenêtî û biyanîbûna ku pergala kapîtalîst afirandiye baş dibînin û fêm dikin ku pêdivî bi liv û tevgerîneke pev re heye. Ji xwe em gel hay ji piştevaniyê hene; lê belê derketiye holê ku divê em vêya bikin awayekî berdewamiyî û rêxistinbûyî."    Aşlamaci, destnîşan kir ku tirs û fikarên li mriovan peyda bûne ancax bi piştevaniyê dikare ji holê bê rakirin. Aşlamaci, ji bo vê yekê bal kişand ser tecrûbeyên Tevna Piştevaniyê ya Kadikoyê ku ew bi xwe jî dilxwazeke wê ye û got: "Jehrkuja tirs û fikaran piştevanî ye. Ji lewre piştevanî mirovbûn e. Em ê bi tevnên piştevaniyê hêza xwe birêxistin bikin û ji derheqê vê pêvajoyê derkevin."    MA / Nacî Kaya