Bayindir: Bi vê zagonê dê dizî, xezp, îstîsmar û cînayet bibe kabûs 2020-04-18 09:00:37   AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir têkildarî qanûna înfazê ya ku di girtiyên siyasî derve hatî hiştin diyar kir ku derbaskirina qanûna înfazê girîngî nedayîna mafê jiyanê yê mirovan e û got: “Bi vê zagonê dê xesp, dizî, tecawiza sistematik, îstîsmar, cinayetên ku kiryarên wan ne diyar wek kabûsekê bikeve ser civakê."    Derbarê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve hatî hiştin, AKP-MHP’ê di meclîsê de derbas kir û piştî di Rojnameya Fermî de derket gelek girtiyên edlî hatin berdan. Li ser derve hiştina girtiyên siyasî gelek sazî, dezgeh û partiyên siyasî bertek nîşandan. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskin Bayindir jî derbarê qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derve jê hatî hiştin axivî. Bayindir, bal kişand ser qanûna înfazê ya AKP-MHP’ê derxistî û wiha got: “AKP-MHP’ê qanûneka ku mafê girtiyên siyasî, nexweş û temenê wan mezin, zarokan naparêze derxist.  Bi vê qanûnê kesên ku tecawizî zarokan kirîn, kujerên jinan, şebekeyên sûcan, çete hatin berdan. Bi vê yekê derket holê ku girîngiyê nadin mafê jiyanê yê mirovan û îqtîdar bûye desthilatdariya tecawizkar, diz û çeteyên mafyayê. Divê mirov bi vî şiklî qanûne wergire dest.”   ‘QANÛNA ÎNFAZÊ DÊ BIBE SEBEBÊ TAHRÎBATÊN KU NEYÊN TELAFÎ KIRIN’   Bayindir, diyar kir ku rastiya berdana girtiyên edlî û neberdana rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û kesên ku ji ber fikr û ramanên xwe hatî girtin civakê bi rewşên cudatir re rûbirû dihêle û wiha axivî: “Berdana kesên ku li dijî civakê sûc kirî dê bibe sebebê rewşeke dejenerekirinê. Ev jî dê di nava civakê de bibe sebebê tahrîbatên ku êdî neyên telafî kirin. Bi xesp, dizî, tecawiza sistematik, îstîsmar, cinayetên ku kiryarên wan ne diyar dê wek kabûsekê bikeve ser civakê. Ji ber vê yekê divê mirov bi vî şiklî binirxîne, nirxên ahlakî, rumeta civakî biparêze û bi awayekî berfireh têbikoşe.”   ‘DEM DEMÊ AKP-MHP’Ê DI TARITIYA WAN DE VEŞARTINÊ YE   Bayindir, bibîrxist ku dema niqaşên qanûna înfazê de gotina AKP’yiyan a ‘bila siyasetmedar bimirin’ nêzîkatiya nirxên gelê kurd û gelên demokrat ên Tirkiyeyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşkirina nirxên mirovahiyê ya netew dewlet a bi hezar salan bi rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê û dewleta Tirkiyê xwe dide ferz kirin. Li dijî vê rastiyê wek parastinêrên civakê berpirsyartiya me heye û divê bi bingeha edalet, wekhevî em berfireh têbikoşin. Riyeke ji derveyî vê dê civakê dejenere bike, teslîm bigire û dê wek miriyên zindî lê bike. Li dijî vê yekê di serî de gelê kurd divê parastinêrên nirxên demokratîk werin ba hev û têkoşîneke dîrokî li hemberî vê bidin meşandin. Dem demê bi vê berpirsyartiyê û zanêbûnê desthilatdariya AKP-MHP’ê di tarîtiya wan de veşartinê ye.”   'GIRTIYÊN SIYASÎ TERKÎ MIRINÊ KIRIN'   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Peyasê Besîle Narîn jî li ser rewşa hevjînê xwe Seyîd Narîn ê Hevşaredarê berê yê Sûrê axivî. Narîn diyar kir ku malzemeyên paqijiyê nadin girtiyan û got: “Di her kawişê de 26 kes dimînin. Di bin rîskeke mezin de ne û heta vê gavê testek li kesekê nekirine. Li hin girtîgehan kesên ku bi vîrusa coronayê ketî hene. Hikumetê bi qanûnê diz, kujerên jinan, kujerên zarokan û tecawizkar derxistin. Ev rewş jî em matmayî nehiştin. Diviya bû weke gelek dewletên cîhanê Tirkiyê jî zindan vala kiribûna. Lê mixabin girtiyên mayî mafê wan ê jiyanê ji dest wan girt û terkî mirinê kirin. Siyasetmedar, rojnamevan, akademisyen, parastinêrên mafê mirovan ji bo ku nêrînên xwe anîne ziman bi salane di zindanan de ne. Mirovên li ser vê axê dijîn ji edalet, hiqûq û maf bê tên hiştin. Lê hewceye ku edalet ji bo herkesê be. Ji bo ku zêdetir cenaze ji girtîgehan dernekevin divê hemû girtî werin berdan. Gavekê biavêjin dikarin bi hefsa malê, serbest berdana bi şert û weke van dikarin gelek tiştan bikin.”   ‘DIVÊ HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN’   Narîn, anî ziman ku heftê tenê 20 deqîqeyan dikarin biaxivin û wiha bi dawî kir: “Di van rojên nexweş de divê malbatên girtiyan di nava mereqê de nehêlin. Gelek girtî nexweşên kronik in û temenê wan ser 65’ê ye. Jin û zarok di bin rîskê de ne. Hewceye ku girtî hemû demildest werin berdan û bigihin malbatên xwe”   MA / Ayşe Surme - Fahrettîn Kiliç