Li wanê konseptek nû: Ewil goristan dûre malbat 2020-04-17 15:30:42 WAN – Li Wanê leşker, ewil diçin ser gorên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, wêneyê gorê dikêşin û dûre diçin malbatên wan û agahiyên nasnameyê dixwazin. Malbatan ji bo vê yekê gotin “konseptek nû ye.” Leşkerên li Wan û gelek navçeyên wê tax bi tax digerin, yek bi yek diçin malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dayîn û agahiyên nasnameyên wan digirin. Hat diyar kirin ku ev pêkanîn berî du rojan dest pê kiriye û li navçeyên Artemêtan, Qelqelî, Mîks û Elbakê dewam dike. Leşker muxtarên taxan jî bi xwe re dibin û dest pêkê diçin ser goristanên kesên di pêvçûnan de jiyana xwe ji dest dane. Leşkerên diçin goristanê yek bi yek li goran digerin, al, flama, kincên kes, sor û zer ên bi kêlên goran ve jê dikin. Leşker dûre diçin malbatan û ji her malbatekê agahiya nasnameya kesekê digirin. Leşkerên ku tenê agahiya ferdekê malbatê digirin, malbatan hişyar dikin ku carek din tiştekê bi kevirên goran ve nekin.   LI MALBATAN GERIYAN   Yek ji malbatên ku nexwest navê xwe bide, bûyer wiha vegot: “Duh piştî nîvro muxtar, li me geriya û got, leşker nuamreya ferdekê ji malbatê dixwazin. Me sedema vê yekê pirsî. Muxtar ji mer got, ‘wê dewlet li goristanê mêze bike.’ Me ji xwe re got gelo vê yekê tenê ji bo me dikin. Lê dûre me bihîst ku çûne hemû taxan û li hemû malbatên zarokên xwe di pevçûnan de winda kirine geriyane. Leşkerên çûne goristanê wêneyê goristanê kişandine û hemû flamayên kesk, sor û zer ên bi kêlan ve jê kirine.”   ‘JI BO HIŞYARIYÊ EM HATIN’   Malbateke din jî, dest nîşan kir ku leşker li malbatên zarokên xwe windakirine geriyan û wiha got: “Hemû flamayên li ser goran jê kirine. Dûre çûne van malbatan û ji wan re gotine ‘Em ji bo we hişyar bikin hatine.’ Cara yekemîne ku tiştek wiha dibe. Ev konseptek nû ye.”     Leşkerên ku diçin taxên navçeyek din jî, diyar dikin ku kesên ne ji Tirkiyeyê hatine definkirin û li goristanan qeyd girtine. Li gorî agahiyên ji welatiyan hatin girtin; wê gorên kesên di goristanên taxan de hatine defin kirin bên vekirin û cenazeyan ji taxan bibin.