ÎSÎG: 52 karker bi vîrûsê mirin 2020-04-17 13:33:13   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê têkildarî bandora şewbê ya li ser jiyana karkeran daxuyanî da û diyar kir ku di meha ewil de, 52 karkeran bi şewba vîrûsa corona jiyana xwe ji dest dane.     Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM), têkildarî bandora şewba vîrûsa corona ya mehekê raporek amade kir. Meclîsa ÎSÎG'ê di raporê de anî ziman ku ji ber li cihê kar li dijî vîrûsa corona tedbîr nehatine girtin mirin zêde bûye. Meclîsê anî ziman ku îqtîdar vê şewbê ji bo xwe firsend dibîne û piştî vê şewbê di mehekê de 81 kargeriyan karker ji kar hatine dûrxistin. Meclîsê da zanîn ku karkerên daxwaza tedbiran kirine, ev daxwazên wan li ber çavan nehatine girtin û karkerên herî zêde 6 mehak kar kiribin, bêyî sûdê ji mafên xwe bigirin ji kar hatine derxistin. Meclîsê destnîşan kir ku bi qasî tespît kirine li 251 kargeriyan tedbîra li dijî şewbê nehatiye girtin û karker di bin talûkeya vêrûsê de dane xebitandin.    LI 159 KARGERIYAN 855 KARKER BI COVÎT-19 KETIN   Meclîsê da zanîn di navbera 11'ê Adar û 10'ê nîsanê de herî kêm li 159 kargeriyan 855 karker bi şewba vîrûsa corona Covid-19  ketine û wiha lê zêde kir. Li gel di şîrketên Arçelik, Tekfen, Posco Assan, Koton de şewba vîr3usê hat dîtin jî dîsa hilberîna kar berdewam kir. Li 107 kargeriyan ji bo tedbîrê navber dan kar. Îqtîdarê li aliyekî banga ‘Li mal bimînin' kir, li aliyê din ji çîna karkeran re jî got "Li şantiyê bimînin' ‘Li fabriqeyê bimînin' û 'Li marketê bimînin'. Serokomar Pakêta Rakirina Aborîşê aşkere kir. Di vê pakêtê de li dijî mafê karkeran biryar hatin girtin.    52 KARKER BI COVÎT-19 MIRIN   Meclîsê di berdewama raporê de anî ziman ku di nava mehekê de 52 karker bi vîrusa corona Covid-19 jiyana xwe ji dest dane û kesên jiyana xwe ji dest dane jî temenê wan nêzî 51 salî ne.