TTB: Emê tundiya di tenduristiyê de ji holê rakin 2020-04-17 12:10:36   ENQERE – TTB’ê, bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya di Tenduristiyê de daxuyanî da û got: “Emê şewba Kovîd-19 bi dawî bikin û tundiya di tenduristiyê de ji holê rabikin.”   Konseya Navenda Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), bi boneya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Di Tenduristiyê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Di Tenduristiyê k udi 17’ê Nîsana 2012’an de hat îlankirin, di heman demê de, roja salvegera mirina Dr. Ersîn Arslan ê ji aliyê xizmekê nexweşekê ve hatibû kuştine.   TTB’ê, di daxuyaniya da de wiha got: “Li Tirkiyeyê tundiya di qada tenduristiyê de tê jiyîn, êdî bûye pirsgirêkek civakî. Divê hemû sazî û dezgehên heyîn têkoşîna li dijî tundiya di tenduristiyê de bixin rojeva xwe. Weke ku tê zanîn ji ber şewba vîrûsê ya li Tirkiyeyê û cîhanê belav bûye, herî zêde barê bijîşk û xebatkarên tenduristiyê giran kiriye. Hemû xebatkarên tenduristiyê niha di koma rîskê de cih digirin. Ji ber vê şewbê bi hezaran xebatkarên tenduristiyê, neçar man ku bên dermankirin û bi dehan xebatkaran jî jiyana xwe ji dest dan.”   TTB’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ji bo ku tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe helwesta me pir zelale. Kesên ku welat û qadên tenduristiyê bi rêve dibin, divê hemû pêşniyar û daxwazên me qebûl bike. Encex bi vî awayî tundiya di tenduristiyê bi dawî bibe. Bila tundiya di tenduristiyê de bi dawî bibe. Em ê şewba Kovîd-19 bi dawî bikin û tundiya di tenduristiyê de ji holê rabikin.”