Li Enqerê 53 malbatên xwişk û bira gehiştin hev 2020-04-17 09:43:34   ENQERE - Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak, diyar kir ku wan li Enqerê 53 malbat bi malbatên xwişk û bira re anîn gel hev û got: “Kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin kampanya me, divê demildest xwe bigihînin me. Ji ber ku malbatên wan ên xwişk û bira li benda wane.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di pêvajoya şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de dest bi kampanyaya malbatên xwişk û biran kir. HDP’ê di vê çarçoveyê de li Enqerê 53 malbat bi malbatên xwişk û biran re anîn gel hev û alîkariya xurekê da 150 malbatan. Hevserokê HDP’ê yê Enqerê Vezîr Coşkûn Parlak, diyar kir ku ew bi rêxistinên 13 navçeyan re dixebitin û armanc dikin ku kampanyaya xwe mezin bikin.   BI ŞEWBÊ RE XIZANTÎ ZÊDE BÛ   Parlak, dest nîşan kir ku malbatên ji neçarî koçî bajêr kirin, di şertên zor de jiyana xwe dewam dikin û wiha axivî: “Ev malbat berî şewbê jî di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin û bi pereye rojan qezenc dikirin debara xwe dikirin. Niha bi şewbê re, gelek welatî ji kar hatin derxistin û gelek kes bê kar mane. Em bi navbeynkariya komisyona xwe ya tespîtêkirinê, pêdiviyên weke xurek, tenduristî, paqijî û dezenfektanê yên bingehîn digihînin malbatên pêdiviyên heyîn.”   ‘MALBATA WE YA XWIŞK Û BIRA LI BENDA WE YE’   Parlak, da zanîn ku ew hewl didin xwe bigihînin hemû malbatên ku pêdivayên wan heyî û di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Em dixwazin pêdiviyên kesên xizan pêşwazî bikin. Malbatên ku pêdiviyên wan heyîn teqez divê xwe bigihînin me. Emê li gorî derfetên xwe, alîkariyê bidin wan. Bi şewbê re tirsê hatiye avakirin. Rewşekê ku mirov tenê xwe bifikirin hatiye pêşxistin. Lê em dikarin li dijî van polîtîkayan yekitî û piştevaniya xwe ava bikin. Yên ku dixwazin pişgiriyê bidin kampanya me, divê demildest xwe bigihînin me. Ji ber ku malbatên wan ên xwişk û bira li benda wane.”   MA/ Emrullah Acar