Unsaldi: Divê kampanya û piştevaniyên li dijî yên îqtîdarê berbelav bibin 2020-04-17 09:35:34 ENQERE – Civaknas Levent Unsaldı diyar kir ku dixwazin di pêvajoya krîza koronayê de fatûreya wê ji xelkê were birîn û got: “Li dijî alîkariya îqtîdarê divê kampanyayên mîna Malbatên Xwişk û Bira berbelav bibin.” Civaknas-akademîsyen Levent Unsaldi yê li Université de Lille'de xebatên xwe didomîne têkildarî pêvajoya vîrûsa koronayê ji ajansa me re axivî.   ‘EM LI LEHENGÊN PERGALA CÎHANÊ BIGUHERÎNE DIGERIN’   Levent Unsaldi diyar kir ku helbet têkiliya vîrûsa koronayê bi kapîtalîzmê re heye û got: “Jixwe ji bilî kapîlazmê em najîn. Ne hewceyî em pir tiştan bêjin. Her tişt zelal e. Ji ber vê yekê ne hewceye mirov li ser ‘pêşbênî’ bisekine. Bi taybetî ji bo gelên bindest divê aktören siyasî ji iluzyonekê rizgar bibin. Ya ku me rizgar bike ne vîrûsa koronayê ye. Ya ku me rizgar bike dîsa em bi xwe ne. Têkoşîna me ye. Yanî piştî korona biqede wê Erdogan an jî Macron derkevin wê bêjin me zirar daye xelkê û xwezayê û wê lêborîna xwe bixwazin? Helbet na. Divê em ji serdestan ne li benda hêviyê bin. Em li lehengên ku îqtîdaran hilweşîne û kapîtalîzmê biguherîne digerin. Mesela vîrûsa koronayê jî lehengek wisa ye. Heke vîrûsa koronayê dinyayê biguherîne wê wek lehengek süper ê çepgir were ragihandin. Lê vîrûsa koronayê bi xwe dinyayek xwe heye, bazirganiyek xwe heye û ew li gorî xwe diçe.”   ‘AKP HER TIŞTÎ JI BI XWE DIKE’   Unsaldi bal kişand ser polîtîkayên îqtîdara AKP’ê yên vê serdema koronayê û got: “AKP her tim awayê xwe diguherîne. Wek hevîr e. Her roj dikare xwe biguherîne. Di demên dawî de sê çar kes û malbatek dixwaze pergala xwe bide rûniştandin. Her tişt êdî li Tirkiyê eşkere tê kirin. Herî dawî mînaka li Amedê heye, hestiyên cenaze bi rêya postayê ji malbatê re şandin. Pir eşkere dikujin û qetil dikin. Pir eşkere ji kar derdixin û didin xebitandin. Pratîka têkiliyê ya AKP’ê pir bi awayek basit alîgirtî ye. Raya giştî jî ji bo berjwendiyên xwe bikar tînin.”   ‘KAMPANYAYEK CIVAKÎ YE’   Unsaldi bal kişand ser kampanya “Malbatên Xwişk û Bira” ya HDP di vê pêvajoya koronayê de birêve dibe û got: “Ev rihek piştevaniyê ye. Ev hêzê dide têkiliya xelkê. Tişta ku HDP’ê daye destpêkirin helbet ji hemû kampanyayê li Tirkiyê hatine destpêkirin, pratîkek cudatir e. Kampanyayek civakî ye. Divê ev kampanya were belavkirin. Şansê belavbûnê jî heye. Li dijî alîkariya îqtîdarê divê kampanyayên mîna Malbatên Xwişk û Bira berbelav bibin. Lê dema ev were kirin jî divê pir baldar bin. Divê ji bo neheqî neyê kirin gelek baldar bin.”   ‘XELKÊ ANÎNE BER ASTA VEQETÎNÊ’   Unsaldi bal kişand ser nêzîkatiya dewletê ya ji bo civaka kurd û civakên din ên li Tirkiyê û got: “Ev dewlet gelek êşê bi xelkê dide kişandin. Xelkê gelek mexdûr dike. Yanî wek ku heyfa xwe ji xelkê distîne. Mesele di encamê de dikin ku xelk bi her awayî ji hev veqete û cuda bibe. Mantiqek ku di her warî de dabeş dike heye. Ka meriv bi postayê cenaze dişîne gelo? Her tişt di destê wan de ye û li gorî xwe bikar tînin. Medya k manîpule dike di destê wan de ye. Her tişt li Tirkiyê hatiye asta nefretê. Ev trajediyek e. Veqetînek heye. Mesela bi têkilî danîna civaka kurd re gelek gotinên tevlîhev hene. Çînên asta bilind ên li Tirkiyê nêzîkatiya wan a nefretê heye.”