Girtiyê ku 2 caran spazma dilî derbas kiriye: Ji bo vîrûsê tevdîr nayên girtin 2020-04-17 09:33:41   EDENE - Mahmût Temel ku di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de dimîne, diyar kir ku du caran spazma dil derbas kiriye û li dijî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin û ji ber binpêkirinên mafan parve kirine der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Temel, got: "Niha em bi mirinê re rû bi rû ne."    Mahmût Temel ku di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de ye, telefon, xwişka xwe Kumrî Alagaş kir û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. Temel, diyar kir ku du hefte berê 2 caran spazma dil derbas kiriye û got, li diî vîrûsa coronayê tevdîr nayên girtin û her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin.    'TEVDÎR NAYÊN GIRTIN'    Temel, anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgehê di warê tenduristî de nerihet dibe û got: "Du hefte berê 2 caran min spazma dil derbas kir. Carekê ez birim nexweşxaneyê. Niha baş im. Di warê ava vexwarinê de pirsgirêk hene. Her wiha ava germ jî nadin. Ji bo şewba vîrûsa coronayê tu tevdîr nehatine girtin. Amûrên paqijiyê nadin. Em dixwazin bi perê xw ebikirin lê qebûl nakin. Li girtîgehê tu xebateke ji bo deenfektanê nehatiye kirin. Ji ber ku em binpêkirinên mafan ên li girtîgehê radigihînn der barê me de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Dibêjin em ê cezayê hucreyê li we bibirin. Em ê îtiraz bikin. Ne me dibin enxweşxaneyê ne jî bijîşk tê vira. Di qawîşekê de em 13 dimînin. Em bi mirinê re rû bi rû ne."    Xiwişka wî Kumrî Alagaş, anî ziman ku ji ber şert û mercên girtîgeê 4 sal berê birayê wî di ji dilê xwe nerihet bûye û got, niha 2 caran spazma dil derbas kiriye. Alagaş, destnîşan kir ku çawa pê hesiyane telefonî girtîgehê kirine û rayedarekî ji wan re gotiye: "Tiştekî wiha tuneye. Heger nexweş bûna wê l nexweşxaneyê bûna. Mehkûmên me hemû baş in û niha tu pirsgirkek wan tuneye."    Alagaş, diyar kir ku ji ber rewşa birayê xwe û girtiyên hemûyan diqilqilin û got: "Girtiyên edlî ber didin lê yên bêsûc bernadin. Daxuyaniya Wezareta Dadê ne rast e. Dewlet tevdîrê nagire, girtiyan ber bi mirinê ve dişîne. Demildest divê tevdîran bigire, girtiyên siyasî berde."