'Jêdera kêmaniyê kapîtalîzm e' 2020-04-17 09:32:28   AMED - Dr. Erdal Sîpan, bal kişand ser kêmaniyên kronîk ên pergala tenduristiyê yên di têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê de û diyar kir ku ev yek ji ber pergala kapîtalîzmê ye û got: "Xebatkarên tenduristiyê yên keda wan tê xwarin jî wekî leheng tên îlankirin û serê wan tê mistdan."    Dr. Erdal Sîpan, bal kişand ser têkoşîna li dijî vîrûsa coronayê û di vê têkoşînê de kêmaniyên kronîk ên pergalên tenduristiyê. Sîpan, destnîşan kir ku ev yek ji ber pergala kapîtalîst a ku zanyariyê di dest xwe de dihêle pêk hatiye.    Sîpan, anî ziman ku jêdera nexweşînan bi qasî dîroka mirovahiyê kevn e û got, nexweşînên wekî weba, kolera, grîb, tîfus, hwd. çn bûne sedema mirina mirovan. Sîpan, destnîşan kir ku ev nexweşîn tenê nebûne sedema mirinê di heman demê de bûne sedema guherîn û veguherînên mezin ên di warê civakî, siyasî û aborî de jî. Sîpan, got: "şewba Spanyayê ya sala 1918'an, çendî ku şert û mercên gihaniyê ne wekî yên niha bi lez û bûz bûne jî, li hemû parzemînan belav bûye û bûye sedema mirina 50-100 milyon mirovî. Civaka ku pêwendiya wê ya bi dîrokê re hatiye qutkirin û ji perspektîfa pêşerojê hatiye dûrxistin, li ber nexweşînên muhtemel bêçare hatiye hiştin. Ji ber ku kapîtalîzm tim dide dû sermayeyê û mudaxileyî xwezayê dike, yekparebûna ekolojiyê xirab bûye û ji bo nexweşînan bûye zemîn û bûye sedema belavbûna wan."    QABILIYETA CIVAKÊ HAT TUNEKIRIN    Sîpan, destnîşan kir ku bi vê şewbê re pergalên tenduristiyê û agahiyên zanistiyî ketine ber lêprisînê û got: "Modernîteya kapîtalîst bi çavê metayeke ku tê kirîn û firotin li tenduristiyê mêze dike û ji bo di vê qadê de qezenc bike ketiye nav hewildaneke bêeman. Tim û tim polîtîkayên ku xwezayê û civakê texrîb dikin çêdike û bi vî awayî hewl dide qabiliyeta xwebixwebûnê ya civakê tune bike û wê bike pêgirtiyê xwe. Ne mimkun e ku feraseteke tenduristiyê ya zanistê di laboratûvarê de asê kiriye û agahiya zanistiyî ji bo mezinkirina sermayeya xwe bi kar tîne ji derheqê vê şewbê derkeve. Sebeba sereke ya vê şewbê kapîtalîzm bi xwe ye."    'SERÊ KEDKARÊN TENDURISTIYÊ TÊ MISTDAN'    Sîpan, anî ziman ku nexweşxane jî wekî mekanên ku îqtidar civakê digire derketine meydanê û ji bo pergala kapîtalîst xwe nîşan bide ji bo wê qadine bivênevê ne û got: "Di vê şewbê de jî tedawiya nexweşînê sînorkirî ye, lê bi zanebûnî tim û tim nexweşxane tên pîrozkirin. Kedkarên tenduristiyê yên keda wan tê xwarin jî wekî qehreman tên îlankirin û ser wan tê mistdan. Bi vî awayî ji bo layiqî pesnên efendiyên xwe bin bêtir tên şixulandin."    Sîpan, destnîşan kir ku tiba modern agahiya tenduristiyî ya civakê bin pê dike nexweşînên şewbî ji kontrolê derketine û got: "Tevî hemû hewildanan hê jî di warê derman û aşiyeke bibandor de pêşektinek çênebûye." Her wiha Sîpan anî ziman ku der barê nexweşînên de gelek pirsên li benda bersivdayînê hene û bal kişand ser tevdîran. Sîpan, diyar kir ku paqijî, mesafeya fizîkî, xweyîkirinake baş, piştevaniya civakiyî wê bandora pandemiyê minîmalîze bike.    OTORİTELERİNİ SAĞLAMLAŞTIRIRLAR   Salgına dair bilgilerin zamanında ve doğru bir şekilde paylaşılmaması nedeniyle toplumun sürekli tedirginlik ve korku içinde bırakılarak çaresizliğe itildiğine işaret eden Sipan, "Kriz durumları iktidar odaklarının otoritelerini sağlamlaştırmak ve toplumu kendine bağımlı kılmak için fırsata çevirdikleri dönemlerdir. Toplumdan kendisine güvenmesi ve söylediklerine itaat etmesi salık verilir. Sağlıklı olma halinin önemini kavrayan, özyönetim ve özdenetim temelinde kendini örgütleyen bir toplumun salgın durumlarında kısa sürede doğru refleksleri vermesi olasıdır. Sisteme bağımlı bireyler ve toplumlar inisiyatif almaktan yoksun olduklarından salgın zamanlarında egemenlerin söylem ve direktiflerine biat etmeye mahkum bırakılırlar" değerlendirmesinde bulundu.   Herî dawî Spîan, anî ziman ku di serdemên bi vî rengî de pêdivî herî zêde bi piştevaniyê heye û got: "Em dikarin bi piştevaniya civakiyî, awayê jiyana komunî, mesafeya fizîkî, bi paqijî, moral û motîvasyonê ji derheqê vê rewşê derkevin. Piştevaniya civakiyî wê pirsgirêka di warê debarê de jî kêm bike û wê pêşî li ber şideta li ser jinê jî bigire."