Ji karkerên demsalî re dibêjin 'Bimirin' 2020-04-17 09:18:44   RIHA - Hevserokê Şaxa SES'ê ya Rihayê Salih Karataş, diyar kir ku li Rihayê nêzî 60 hezar karkerên çandiniyê yên demsalê hene û ji ber vîrûsa corona jiyana wan di talûkeyê de ye. Karataş, anî ziman ku daxwaza "Hilberînê berdewam bikin" tê wateya daxwaza "Bimirin" e.    Li Tirkiyeyê ji ber vîrûsa corona her rojê zêdeyî 100 kes jiyana xwe ji dest didin. Bi hezaran kes jî bi şewbê dikevin. Di vê pêvajoya ku şewba vîrûsa corona (Covid-19) bi lez belav dibe de karkerên çandiniyê yên demsalî di bin rîskek mezin dekar dikin. Karkerên çandiniyê û karkerên fabrikayan di şertên giran û talûkeyê de kar dikin. Rayedarên hikûmetê li aliyekî banga "Li mal bimîne" dike, li aliyê din zorê li wan dike ku karên fabrîqeyan bikin. Hikêmtê aşkere kir ku karkerên çandiniyê û sewalkariyê dê ji qedexeya derketina derve muaf bin. Têkildarî mijarê Hevserokê Şaxa SES'ê yê Rihayê Salih Karataş, diyar kir ku ev biryara qedexeyê karkerên çandiniyê û sewalkariyê nexe nava xwe dê di demên pêş de rîskek mezin bi xwe re bîne û wiha got: "Li Bajêr nêzî 60 hezar karkerên demsalî yên çandiniyê hene. Bi wasî wê jî karkerên di pîşesaziyê de kar dikin hene. Karker hatine asta ku êdî tedawiya derûnî bibînin. Ji tirsa mirinê zedetir di fikara debara xwe bikin de ne. Hikûmet di vê pêvajoya şewbe de li jiyan û tenduristiya karkeran nafikire. Hin beşan derdixe pêş û hin kesan jî li paş dihêle. Kes li karker û kedkaran nafikire. hikûmet karkeran di plana dawî de dihêle. Niha tu plana hikûmetê ya ji bo vê nexweşiya ku 5-6 mehan berdewam  bike tune ye."    'DIVÊ KARKERÊN DEMSALÎ RAWESTIN'    Karataş, bal kişand ser banga "Li mal bimînin" û wiha axivî: "Karker cihê lê diçin kar dikin bi malbatê xwe re di çadiran de dijîn. Bi hevre kar dikin. Min jî karê çandiniyê yê demsalî kiriye. Niha li pêş me nexweşiya şewbê heye. Karkerên demsalî karê xwe berdewam dikin. Karker cihê lê kar dikin ne paqij e. Şertên serşuştin, tuwaletê tune. Dîsa cihê xwarin û vexwarinê lê çêdikin ne guncav e. Di qada tenduristiyê de bi qasî dixwazin nikarin sûdê bigirin. Fikara wan a aborî li pêş e. Ev yek rîsk bêtir zêde dike. Ev karker dê di rojên pêş de koçî metrepolan bikin û di nava şertên bi rîsk de kar bikin. Ev yek rîskê nexweşiyê bêtir zêde dike. Di vê rewşê de gotina hikûmetê ya 'bila hilberîn bidome' tê wateya 'Bimirin' e. Ji ber ku rêyek din ji mirovar re nahêlin. Em dibînin ku polîtika xetimiye.      Dîsa mirovên bi heqê herî kêm kar dikin hene. Ger ku ji wan re bêjin hilberînê berdewam bikin, tê wateya ‘Ev şewb dê bigeje zar û ziçê we. îmha bibe'. Ji bo karkerên fabrîqeyan tedbîr nayên girtin. Tenê germa laşê wan dipîvin. Di fabrîqeyên ku 500-600 karker bi hevre kar dikin de rîska ku şewb belav bibe pir zêde ye. Dema mirov bertek nîşanî vê yekê didin, vê carê zorê li wan dikin ku bê heq derkevin destûrê. Em ji her kesî dixwazin ku hestiyar tev bigerin."