Încîn: Daneyên wezîr Gul ne zelal û şênber in 2020-04-17 09:18:11 ÎZMÎR – Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn diyar kir ku daneyên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ne zelal in û pêwîste girtîgeh demildest werin valakirin. Şewba vîrûsa koronayê her roja ku diçe bandorek neyînî li ser Tirkiyê dike. Ji ber vîrûsa koronayê girtîgeh jî bi xetereyê re rû bi rû mane. Her çiqas Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul derbarê rewşa girtîgehan a di vê pêvajoya şewbê de daneyan her çiqas eşkere bike jî lê bes aktîvîstên mafê mirovan beşdarî van daneyan nabin.   ‘DANE NE ŞÊNBER Û ZELAL IN’   Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê parêzer Zafer Încîn bal kişand ser rewşa girtîgehan. Încîn diyar kir ku daneyên wezîr Abdulhamît Gul eşkere dike ne zelal in û wiha got: “Ji roja vîrûs li Tirkiyê peyda bûye heta niha em bang li Wezareta Dadê dikin. Lê guh nadin bangên me. Her wiha gun nadin banga Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û Odeyên Bijîşkan. Girtîgeh qelebalix in. Li wir paqijî nîne û ev bandorê li ser tenduristiya girtiyan dike. Şert û merc li girtîgehan xerab in. Wezîrê Dadê heta niha her çiqas gotibe pirsgirêk li girtîgehan nîne jî lê êdî neçar ma ku bêje vîrûs li girtîgehan peyda bûye. Em li benda daxuyaniyek şênber û zelal bûn. Lê bele mixabin daxuyaniyek ku ji bendewariya me re bibe bersiv nehat dayîn. Ez carek din dubare dikin û dibêjim girtîgeh ji bo belavbûna vîrûsê cihên herî talûke ne û ew der ji bo vîrûsê amade ne. Lê mixabin Wezaret bi awayek cidî li van fikarên me guhdar û temaşe nake.”   ‘MAFÊ JIYANÊ DI BIN GEFÊ DE YE’   Încîn da zanîn ku rêxistinên civakî yên sivîl ji ber vê pêvajoyê bi zehmetiyên cidî re rû bi rû ne û got: “Agahî baş nayên zelalkirin û teyîtkirin. Lê em bi her awayî têkildarî girtîgehan xebatên xwe didomînin. Heke girtî bihatana berdan nehewceyî ewqas em bi fikar bibin. Lê mixabin zemînek ku girtiyan berdin çê nekirin. Guhertina yasaya înfazê tenê ji bo alîgirên xwe amade kirin. Lê divê hemû girtî werin berdan. Lê divê Wezîrê Dadê ji bo hemû girtîgehan daxuyaniyên zelal û pê bawer bide raya giştî. Nexwê nede mafê jiyanê di bin gefek mezin de ye. Ji her neyîniyek pêk were jî wê rayedar berpirsiyar bin. Pêwîste demildest ji bo girtîgehan çareseriyek pêk were.”   MA / Sevda Aydin