Çakici ji Bahçelî û Erdogan re spasî kir 2020-04-17 08:02:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Sûcê Organîze Alaattîn Çakici ku piştî guhertina zagona înfazê serbest hat berdan, spasiya xwe ji Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan xwest.    Piştî zagona înfazê di meclîsê re derbas bû, ewil Serokê Sûcên Organîze yê 16 salin girtî ye serbest hat berdan. Alaattin Çakici ku hat berdan bi rêya parêzera xwe Zeynep Çiftçî peyam li ser medya civakî parve kir û spasiya xwe ji Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçeli û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan xwest.