Ku ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye? 2020-04-16 16:00:18   WAN – TUHAY-DER’ê, diyar kir ku bi hezaran girtiyên siyasî yên ji derveyî Qanûna Înfazê hiştin, terkî mirinê kirine û got: “Gelo ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye?”   Komeleya Alîkarî Piştevaniya Malbatên Girtî (TUHAY-DER) a Wanê, derbarê Qanûna Înfazê ya di Meclîsê de hat qebûlkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. TUHAY-DER’ê, diyar kir ku bloka AKP-MHP’ê li gorî xwe pênaseya “terorê” dike û got: “Desthilatdariyê bi vî awayî bi hezaran girtî terkî mirinê kirin. Ligel hemû îtîraz û bertekên raya giştî jî, bi hezaran girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê hatin hiştin.”   ‘ARMANCA BERDANA ALÎGIRÊN XWE BÛ’   TUHAY-DER’ê, pirsa gelo ev ne hiqûqa dijminantiyê be wê demê çiye? pirsî û wiha bertek nîşan da: “Tu sedemekê ku girtiyên siyasî ji derveyî qanûnê hiştin tuneye. Li Tirkiyeyê, berê jî bi pêşnûmeyên cuda bi sedan girtiyên Hizbûl-Kontra û endamên galdyoyê hatin efokirin. Bi vê qanûnê alîgirên xwe, qatil, kêsên terorîst û êrîşkarên zayendî kirin bin parastinê. Em ji vê derê bang li dewlet, hikumet û parlamentoyê dikin. Berî ku dereng bikeve hemû girtiyan berdin. Ger ev neyê kirin û mirin di girtîgehan de pêk bê, berpirsiyar desthilatdariye.”