Soro: Dê kaos kûr bibe, divê Kurd baldar bin 2020-04-16 15:32:35   STENBOL - Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro, diyar kir ku DYA, Îran û Çînê li hemberî xwe hêzek mezin dibîne û ji ber vê yekê dixwaze Herêma Başûrê Kurdistanê bike barageh. Soro anî ziman ku DYA tenê li herêmê posîzyona xwe diguhere û wiha got: "DYA dixwaze hêza Îranê bişkîne. Dixwaze sûdê ji hêza Kurdan bigire. Dibe ku li herêmê kaos zêde bibe. Divê kurd siyaseta alternatif a Modernîteya Demokratîk pêş bixin. Divê Kurd baldar tev bigerin."     Siyasetmedarê Kurd Selahatîn Soro, li ser polîtîkayên DYA yên li herêmê, nêzîkatiya Îran û Tirkiye ya li dijî kurdan ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. Soro ewil li ser polîtîkayên DYA yên ku hêza xwe ji gelek baragehên herêmê kişandin rewestiya û wiha got: "Divê di serî de polîtîkayên DYA yên li Rojhilata Navîn û hewldanên DYA yên li Iraqê bên dîtin û wiha got: "Piştî li dijî 2 quleyên DYA êrîş pêk hat, DYA berê xwe da Rojhilata Navîn. Di 21'ê Adara 2003'an de êrîşî Iraqê kirin. Rejîma Sadam têk bir.    DYA BARAGEHAN VALA NAKE POZÎSYONA XWE DIGUHERE    Hêj rêgeza DYA ya li Rojhilata Navîn temam nebûye. DYA dixwaze pergal û rêgeza xwe li Rojhilata Navin avabike. Ji bo vê yekê jî mudaxaleyekî global kirin û navenda wê ji Rojhilata Navîn e. Li dijî herêma Kurdistanê e. Mudaxaleyî herêmê kirin. 18 salin mudaxaleyek heye. Divê ev pêvajoya 18 salan û beriya wê bê şirovekirin. Hin kesan got DYA Sûriye terk kir. Na DYA Sûriye terk nekir. Tenê pozîsyona xwe guhert. Di vê guhertina rolê de Tirkiye mudaxaleyî Grê Spî û Serêkaniyê kir. Niha DYA li Başûr jî pozîsyona xwe dighere. Hêj nû xwe bi cih dike. Herêmê vala nake. Ji bo wê herêma herî guncav herêma Kurdistanê ye. Niha du hêz li hemberî pergala kapîtalîst a globan in. Yek jê hêza îslam a Îranê ku navenda sotemeniyê ye. Ya din jî hêza Çinê ye. DYA, dixwaze li gorî nakokiyên şîî û sûniyan polîtîkayê pêş bixe. Di sedsala 21'an de talûkeya herî mezin a li pêş DYA Olê îslamê ku Navenda wê Îran û olê kompîçîyan an jî Çîn e. Ji ber vê yekê DYA Başûrê Kurdistanê dixwaze ji xwe re bike baragehek eskerî."    'LI BAŞÛR REWŞ ŞOLÎ YE'    Siyasetmedarê Kurd Selahattîn Soro têkildarî siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin nirxandin kir û diyar kir ku li Başûr siyasetek denge heye û wiha got: "Li Başûrê Kurdistanê di aliyê siyasî û eskerî de yekîtiyek pir mezin ava bûbû. Ji Diyala heta Şengalê yekîtiyek ava bûbû. Lê piştî referanduma Kurdistanê polîtîkayek şaş lîstin. Berê gelê Kurd hêzek mezin bi dest xist. Lê mixabin PDK pêşbîniyek stratejîk ava nekir. Bi nijadperestiyek teng refernadum derxist pêş. Gelê Kurd bi rêjeyek pir bilind daxwaza Kurdistana Serbixwe kir. Lê mixabin siyaset nikaribû li pişt vê daxwazê bisekine. Piştî referandumê herêm ji sedî 51 radestî rejîma Bexdê kirin. Sadam tasfye kirin, lê îran xurt kirin. Li vir Haşdî Şahî bi hêz bû."    Soro da zanîn ku hevsengiyek di navbera Tirkiye û Îranê de, heye û wiha axivî: "Dengeyek di navbera ereb û miletên din, dengeyek jî di navera partiyên Kurdistanî de heye. Çend salin ev denge hatiye avakirin. Beriya wê jî heye. Dengeyek di navbera Nexşî û Qadîrbendî de hatiye avakirin heta 200 salan diçe. Ev geşedanên li herêmê pêş dikevin ji bo partiyên Kurdistanî talûkeyek mezin bi xwe re tîne. Hatina hêza DYA ya herêmê tenê YNK'ê û PDK'ê eleqeder nake. Li wir PKK jî heye. Wê bandora xwe li ser PKK'ê çawa bike? Bandora wê ya li ser Rojhilat û Bakurê Kurdistanê wê çibe. Bertekên şîî û sunniyên Ereb a li dijî wê dê çawa be? Dê li Başûrê Kurdistanê alozî kûr bibe û di siyaseta Başûrê Kurdistanê de şikestinên mezin çê bibe. "    BI HEZARAN NIŞTECIHÊN KURD JI BAŞÛR DIREVIN DIÇIN EWROPA   Siyasetmedar Soro, anî ziman ku gelê Kurd ê Başur ji vê rewşê ne razî ye û wiha axivî: "Gelê Başur ji vê rewşê ne razî ye. Ji ber vê kaosê bi hezaran niştecîh direvin û diçin Ewropayê. Dema direvin Ewropa gelek ji wan di bahran de dixeniqin û bi destê mafta tên kuştin malên wan ji wan têne stendin. Tev li fihûşê dibin. Gelek kesên zane û pispor ji wir koç dibin. Ger ku ev zêde pêş bikeve dê hêza siyaseta li wir kêm bibe. Ger ku wisa bêş bikeve dê siyaset bibe hêza desthilatdar. Siyaseta Başur li djî faşîzma Saddam gelek bedelên mezin dane û didin jî. Divê partiyên herêmê vê hêsa gel baş binirxînin û destûr nedin ku komkujiyên din li ser gel pêş bikevin û destûr nedin gel zerarê bibîne. "    DIVÊ TÊKILIYÊN BI TIRKIYE Û ÎRANÊ RE NE LI DIJÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ BE   Soro, da zanîn ku mirov nikare siyaseta li Başûrê Kurdistanê li gorî perçeyê din binirxîne û wiha got: "Her çend YNK û PDK partiyên li herêmê wekî dijber xuya bikin jî divê mirov wekî mêzînê bigire dest. Yek nabe ya din jî nabe. Bêyî hev nabin. Hereketa Goran derket di nava wan de hat hilandin. Gelek hereketên din çêbûn hatin hilandin. Niha PAK hatiye avakirin. Lê di nava wan de balansek heye. Niha DYA yekem car li herêma Soran aliyê Silêmaniyê baragehek ava kir. Li herêmê destê Îranê dirêj e û li ser herêmê hêza wê heye. Dîsa niha demek dirêj e li ser Mexmûrê ambargoyek heye. Bandora Tirkiyeyê ya li ser vê yekê zêde ye. Partî (PDK) nikare xwe ji vê yekê rizgar bike. Rexneya Kurdan a ji bo YNK'ê û PDK'ê ya têkildarî Tirkiye û îranê divê baş bê fam kirin. Kurd navbêjin têkiliyê bi Tirkiye û Îranê re çênekin. Dibêjin bila ev têkilî ne li dijî yekîtiya gelê Kurd û neteweya Kurd be. Tirkiye û Îranê jî dema têkiliyê bi partiyên Kurdan de çê dikin, li dijî yekîtiyê têkiliyan pêş dixin. Ger ku partiyên Kurd li dijî yekîtiyê xwe bi siyaseta Tirkiye û Îranê re angaşe bikin gel dê li dijî wan serî hilde. Li Başûrê Kurdistanê gelek serhildan çêbûn. Ne tenê ji bo mafê aborî, ji bo mafê siyasî jî derket kolanan. Civaka kurd civakek siyasî ye û 70 salin di nava şer de dijî. Niha ew balans tê guhertin. Di rojên pêş de ev têkilî dê rewşek çawa bi xwe re bîne divê gelê Kurd vêyekê baş bişopîne. Divê çar perçeyên Kurd ji bo vê hevsengiyê baldar bin."    'XETERIYEK GELEK MEZIN LI PÊŞ GELÊ KURD E'   Siyasetmedar Soro bal kişand ser xeteriya li pêş gelê Kurd û wiha axivî: "Çaw ku îro li Sûriye dixwazin gelê Kurd û Ereb bînin hemberî hev, li Başûrê Kurdistanê jî tam 70 salin şerek di navbera Rejîmê û gelê Kurd de heye. Niha polîtîkaya ku gelê Kurd her tim bi ereban re di şer de bin pêş dixin. Polîtîkaya ku li Kerkûkê pêş dikeve ev e. Sadam jî hat li wir gelê ereb bi cih kir. Şîî jî hatin li wir ereb bi cih kirin. Dixwazin gelê Kurd bi ereban re di nava şer de bin. Lê Kurd şerê bi ereban re naxwazin. Li Til Efer heman tişt kirin. Niha dixwazin li Şengalê heman tiştî pêş bixin. Divê Kurd neyên vê lîstika Emerîka û global. Wekî eskerên Haşdî Şahbî nebin eskerên bipere. Hebûna Heşdî Şabî talûkeşek mezin ava dikin. Îslama Sûnî bi xwe re DAIŞ û El Qaîde ava kir. Îslama Şîî jî bi xwe re Hîzbûllah û Heşdî Şabî û hêzên din ava kir. Divê Kurd li hemberî vê yekê haydar bin. Divê siyaseta kurd li hemberî vê yekê bibe katalîzor. Civaka kurd civakek fireh e û ji gelên din ên wekî asûrî, suryanî, keldanî, ereb, ermenî, fars di nava xweza û axa me de jiyane. Dixwazin her perçeyek bi gelê di nava xwe de di şer de be. Ev ji bo me xetereyek pir mezin e.  Me şerê bi Seddam re dît. Kurdan zerarek mezin dît. Hêj jî li ser axa Kurdan bi hezaran mayîn hatine çandin. Kurdistan ji bo Kurdan kirin cehennem. Emerîka îro dixwaze îranê bê bandor bike. Ji bo vê yekê jî dixwaze hêza herî bi kêr hatî Kurdan bikar bîne. Divê siyaseta Kurdan vê yekê baş şirove bike. Divê em li hemberî vê yekê alternatifa xwe dînin holê. Wekî modernîteya demokratîk li hemberî polîtîka û ferasetên şaş xeta xwe ya alternatif ava bikin. Kî bi vê xetê re dostaniyê bike em bi wan re têkiliyê çêkin. Erebê sûnî, erebên şîî an jî DYA dibe kî dibe bila bile ger ku li gorî vê xeta alternatif gavan bavêjin em dikarin bi wan re îtîfaqê çêkin."   ÎRAN HATIYE DORPÊÇKIRIN   Soro bal kişand ser rewşa Îranê jî û anî ziman ku di aliyê aborî, siyasî, tenduristî de hatiye dorpêçkirin û wiha got: "Mînak di nexweşiya vîrûsa corona de em dibînin ku çiqas bandor li ser çêkiriye. Gelê Îranê jî li dijî rejîmê bêzar in. Dewleta Îranê îro di siyaset û tarîxa xwe de xetimiye. Lê Îran dîsa li hemberî vê rewşa DYA bêdeng û bê bertek namîne. Destê wê dirêj e. Ji Afganîstanê heta Korfesê û heta Lubnanê li ser erdnîgariyek mezin xwedî siyaset e. Îran ne bê alternatif e. Lê divê Kurd jî li hemberî vê yekê pir hişyar bin. Divê bûyerên dirokê ji bîr nekin. Dîroka Simko, Astana û yên in ji bîr neke. îran pir ziraf bi Kurdan re dijminantiyê dike. Tirkiye aşkere bi Kurdan re dijminantiyê dike. Lê Îran ji bo Kurd bê statatu bimînin zirav dilîze. Divê Kurd li hemberî siyaseta Îran pir hişyar bin. Îran ji bo Kurdan hêzek pir esasî ye. Divê Gelê Kurd pir hûr liser vê yekê rawestin.    MA / Îdrîs Sayilgan