Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr tehliye bû 2020-04-16 14:54:37   AMED – Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr, ji doza ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, tehliye bû.   Hevşaredarê navçeya Sûrê ya Amedê Cemal Ozdemîr, di 21’ê kanûna 2019’an de ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û piştre jî hatibû girtin. Duyemîn daneşîna doza Ozdemîr li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Ozdemîr, ji Girtîgeha Tîpa T a Erziromê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî daneşînê bû. Parêzerên Ozdemîr Şîlan Çelîk û Mehmet Oner jî li daneşînê amade bûn. Dadgehê, girtîbûna Ozdemîr nirxand û dema girtîbûnê wî jî da ber çav û biryara tehliyebûna wî da û daneşînê taloqî 7’ê Tîrmehê kir.