WHO: Rewş li Ewropa baş e lê li Tirkiyeyê ne baş e 2020-04-16 14:17:15 NAVENDA NÛÇEYAN – Dîrektorê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Dr. Hans Henrî Klûge got ku daneyên pozîtîf ên ku ji Ewropayê tên weqayên li welatên mîna Tirkiye û Îngilistanê xera dikin. Dîrektorê Herêma Ewropayê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Hans Henrî Klûge, têkildarî rewşa dawîn a Ewropayê daxuyanî da. Klûge, diyar kir ku daneyên pozîtîf ên ji Almanya, Îspanya, Îtalya û Swêdê tên û wiha got: “Tirkiye, Îngilistan, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya kêmbûn tuneye zêdebûna weqayan heye.”   Klûge, destnîşan kir ku ji bo Ewropayê 2 hefte gelek qrîtîk e û ev tişt anî ziman: “Ji Almanya, Îspanya, Îtalya û Swêdê daneyên pozîtîf tên. Lê welatên ku gelek kêm başbûn heye jî hene. Di nav van welatan de Tirkiye, Îngilistan, Ûkrayna, Belarûs û Rûsya hene.”