Dengbêj Kazo û hevjîna wî bi vîrûsa koronayê ketin 2020-04-16 13:48:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Testa Dengbêj Kazo û hevjîna wî ya vîrûsa koronayê pozîtîf derketin û li nexweşxaneyekê Stenbolê dest bi dermankirina wan hat kirin.   Keça Dengbêj Kazo Rêzan Şêrwan, ragihand ku bav û dayika wê bi vîrûsa koronayê ketin û li nexweşxaneyê Stenbolê dest bi dermankirina wan hatiye kirin. Şerwan, diyar kir ku tenduristiya bav û dayîka wê başin û hêvî dikin ku di demek herî nêz de vegerin nava heskiriyên xwe. Di hesabê Twîtter ê Akademî û Raman a Zilan de jî hat parvekirin ku Dengbêj Kazo bi vîrûsê ketiye û ji re şîfaya lezgîn daxwaz kir. Dengbêj Kazo yê 70 salî ku eslê xwe ji Wanê ye, bi biraziya xwe Hozan Fatê û kurê xwe Emrah re di salê 1990’an de komeke muzîkê ya bi navê Koma Şîrwan li Wanê dikin û di wan pêvajoyên qedexekirî de stranên kurdî dêbêjin û bi vê yekê gavek girîng avêtibûn. Yek ji stranên Aram Tîgram “Zimanê Kurdî” ku vê komê digot, di salên 90’î de herî zêde dihat guhdarkirin bû.