Qeyûm kesê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir ‘Nivîsara Taybet a Şaredariyê’! 2020-04-16 11:51:51   ŞIRNEX - Qeyûmê Şaredariya Cizîrê, Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Şirnexê Hayret Olcay ê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir Midurê Nivîsara Taybet.   Qeymeqamê Navçeyê Sînan Davutoglû yê weke qayûm di 29’ê Cotmeha 2019’an de tayînê Şaredariya Navçeya Cizîr a Şirnex ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qezenc kiribû hat kirin, Serokê Baskî Ciwanên ê AKP’ê yê Şirnexê Hayret Olcay ê ji AKP’ê îstîfa kiribû, kir Midurê Pênivîsa Taybet a Şaredariyê. Agahiya Olcay a ji bo Midurê Pênivîsa Taybet hatiye peywirdarkirin, di sîteya înternê ya fermî ya şaredariyê hat dayîn.   JI AKP’Ê DERBASÎ ŞAREDARIYÊ BÛ   Navê Olcay demek dirêj bû di nava kesên AKP’î yên girtin şaredariyê de cih digirt. Olcay di 27’ê Adarê de, li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek nivîskî parve kiribû û bi hinceta “radeya temen” li baskê Ciwanan ê AKP’ê îstîfa kiribû.   HEMAN REWŞ HAT JIYÎN   Qeyûmê di 5’ê Mijdara 2016’an tayînê Şaredariya Şirnexê hatibû kirin jî, Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Şirnexê Resûl Koluman tayînî Miduriyeta Pênivîsa Taybet a Şaredariyê kiribû. Dîsa qeyûmê berê yê Şaredariya Cizîrê jî, xwişka Seroka Baskên Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan Akîset Atan weke Midûra Pênivîsa Taybet erkdar kiribû.