'Bêdengiya li dijî êrîşa Mexmûrê zerarê dide yekîtiya neteweyî' 2020-04-16 11:38:56   ŞIRNEX - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê, bertek nîşanî êrîşa TSK'ê ya li dijî Mexmûrê da û got: "Bêdengiya Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê zerarê dide yekîtiyê."    Balafirên keşfê yên bi Çek (SÎHA) yên girêdayî TSK'ê saet di 13:10’ê 15'ê Nîsanê de Wargeha Mexmûrê bombe kir. Di êrîşê de Eyşo Ehmed Ferhan, Ezime Akdoğan ve Hawa Akdowan jinan jiyana xwe ji dest dan. Piştî PDK'ê 17'ê Tîrmeha 2019'an ambargo danî ser kampa Mexmûrê Balafirên TSK'ê di 19’ê Tîrmeha 2019’an di saet 00:10’an jî bombe li heman herêmê barandibû. Di êrîşê de 2 welatî birîndar bûbûn. Beriya ambargoyê jî di 13’ê Kanûna 2018’an balafiran bombe li Penaberên Mexmûrê barandibûn û di bomberdûmanê de Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî jiyana xwe ji dest dabûn. 6’ê Kanûna 2017’an jî balafiran li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên XweParastinê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar jiyana xwe ji dest dabûn.    Têkildarî êrîşên li dijî Mexmûrê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmir, bertek nîşanî êrîşan dan û got: "Piştî ambargoyê me li kampê bi hin rêveberên kampê re hevdîtin kir. Dîsa me bi nûnerên partî  û rêvberên siyasî re hevdîtin kir. Me xwest ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî bibe. Lê tevî hemû hewldanên me ambargoya li ser Mexmûrê bi dawî nebû. li gel vê şewba vîrûsa corona ku hemû cîhanê tehdît dike dîsa li ser Mexmûrê ambargo heye. Ji ber Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ambargo ranake em rexne dikin. Bi dehan nexweşên kal û pîr ên krnokîk hene. Derfetên Kampê yên tenduristiyê pir kêm e. Lê rêveberiya Herêma Federe a Kurdistanê li ser gelê xwe yê Mexmûrê ambargo dimeşîne. Li aliyê din li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser kampê bêdeng dimîne. Tu çand, nirx û hiqûqa Kurdan van êrîşan qebûl nake. Tu rêxistin ûsaziyên navneteweyî jî divê van êrîşan qekûl nekin."    BÊDENGIYA LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN ZERARÊ DIDIN YEKÎTIYA KURDAN     Îmir, destnîşan kir ku PDK wekî baxçeyê hewya dawî yê AKP'ê tev digere 3u wiha axivî: "PDK bi vê helwesta xwe piştgiriyê dide polîtîkayên şer. Di nava PDK û AKP'ê de têkiliyên aborî hene. Ev têkilî hem zerarê dide gelê Kampa Mexmûrê û hem jî zerarek mezin dide Yekîtiya Neteweya Kurd. Li gel 48 partî û rêxistinên civakî xwest ambargo bi dawî bibe jî tu gav nehatin avetin. Dijberi vê yekê di heman rojê de SÎHA’çûn kamp dîsa bombe kir û 3 jin kuşt. Rêveberiya Herêma Kurdistana Başûr jî bi qasî êrîşkaran sûcdar e. Tirkiye bi van êrîşan dixwaze kampê belav bike. Gelê Kurd baş dizane ku li ser daxwaza AKP'ê ambargoya li ser Mexmûrê didome Reveberiya KDP û Herêma Federe di serî de bi vê ambargoyê zerarê dide xwe. Em dixwazin ev zilm zû bi dawî bibe û Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji ser vê şaşiyê vegere."