‘Ev zagon li gorî daxwazên Bahçelî hatiye amadekirin' 2020-04-16 10:23:29   DERSÎM - Hevşaredarê Perî yê ji peyvirê hat girtin Orhan Çelebî, diyar kir ku ev zagona înfazê ya di meclîsê re derbas bû, daxwaz û pêdiviyên Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî pêşwazî dike û wiha got: "Ev zagon dê bi xwe re mirinan zêde bike."    Zagona înfazê ku ji aliyê AKP-MHP'ê ve hat amadekirin û pêşkêşî meclîsê kirin, piştî niqaşa hefteyekî 70 xalên zagonê beyî guhertin di meclîsê re derbas kirin. Zagon bi dengê AKP û MHP'ê di meclîsê re derbas bû. Her çend partiyên muxalif fikar û nerazîbûnên xwe anîn ziman jî daxwaz û pêşniyarên wan li ber çavan nehatin girtin û zagon di meclîsê re derbas kirin. Têkildarî zagonê Hevşaredarê Perî yê Navçeya Mazgirta Dersîmê Orhan Çelebî, nirxandin kir. Çelebî, diyar kir ku ev zagon li gorî daxwaz û pêşniyarên Bahçelî hatiye amadekirin û wiha got: "Bi vê zagonê bi taybetî bi hezaran sucdarên destê wan tev li xwînê bûne, tev li sûcê tiryak, fihûş, cînayetên jinan û îstîsmara zarokan bûne hatin berdan. Ev kesên ji van sûcan hatin berdan, dê li derve heman sûcan berdewam bikin. Di vê zagonê de sûcdarên siyasî, rojnameger û xwendekarar tune ne. Em dizanin ku mirovên sûc nekirine li girtîgehê neheq girtî ne. Ev zagon ne ji ber vîrûsa corona hat amadekirin. Ev zagon daxwazên Devlet Bahçelî pêşwazî dike ji ber vê yekê hat derxistin. Bi vê zagonê dê mirin zêde bibin. Em dizanin ku li girtîgehan tu tedbîr nayên girtin. Gardiyan gefên 'Em ê vîrûsê li we belav bikin' li girtiyan dixwin. Ji ber ku ev ne zagonek li gorî rêgeza wekheviyê ye dê bi xwe re mirinê zêde bike."