Bahçelî got û Çakici hat berdan 2020-04-16 09:46:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo Serokê Rêxistina  Sûcê Organîze Alaatîn Çakici got “Ma hûn difikirin ku qurbanên qederê bê xwedî ne?" û çakici ziyaret kir. Çakici ê ku Bahçelî li wî xwedî derket, piştî zagona înfazê hat berdan.    Serokê rêxistina sûcê orgaünîze Alaattin Çakici ku 16 salin girtî ye, ji zagona înfazê ya ji aliyê AKP û MHP'ê ve di meclîsê re derbas bû serbest hat berdan. Dema Çakici hat berdan, parêzer û malbata wî ew pêşwazî kirin. Çakici heta niha li Girtîgehên Edirne, Kirikkale û herî dawî li Girtîgeha Sincanê mabû. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ji bo Serokê Rêxistina  Sûcê Organîze Alaatîn Çakici got “Ma hûn difikirin ku qurbanên qederê bê xwedî ne?" û çakici ziyaret kiribû. Çakici ê ku Bahçelî li wî xwedî derket, piştî zagona înfazê hat berdan. Dema AKP û MHP'ê Îtîfaqa Cumhur ava kir û Tayyip Erdogan kirin namzetê Serokomariya Îtîfaqa Cumhur a hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an û îtîfaqa Cumhur bi ser ket, Piştî hilbijartinê rojek şûnde Alaattin Çakici nameyek şand û bang li Erdogan kir  û got: “Birêz Recep Tayyip Erdoğan, sedema ku te di tûra ewil de qezenç kir, Birêz Bahçelî û hevrêyên wî ne... Xwediyê dewletê ne tu ye. Te der barê ulkucuyên ku sîgorta dewletê ne de tu gotin nekir" Ji bîr neke. Tu rêwî ye, Ulkuvan û Nijadperestên Tirk xwediyê malê ne..."  Name di qanala Benguturk a ku bi nêzîkatiya MHP'ê tê zanîn hatibû weşandin. Devlet Bahçelî berê jî di meha Gulanê de Çakici ziyaret kiribû û xwestibû bê efûkiurin. Di dema ku AKP û MHP'ê îtîfaqa hilbijartinê çêkir, Bahçelî di 12'ê Gulana 2018'an de Çakici ziyaret kiribû û li ser hesabê Twitterê banga Efûya giştî kiribû. Bahçelî navê Alaattin Çakici jî bi lêv kiribû û gotibû: "Ma hûn difikirin ku qurbanên qederê ne bê xwedî ne?..." Li ser vê gotinê Çakici  rakirin Nexweşxaneya Îhtîsasê ya Kirikkale" Niha jî bi zagona  înfasê serbest berdan.