Derûnas Guneş: Wê pêşeroja zarokan reş bikin 2020-04-16 09:24:53 MÊRDÎN – Ji Platforma Jinê ya Şahmaran derûnas Bêrîtan Guneş, diyar kir ku bi berdana faîlên îstîsmara zayendî wê pêşeroja zarokan reş bikin û got: “Serbestberdana faîlan dê xizmeta rizandina civakî û zêdebûna tundiya zayendî bike. Pêşnûmeya qanûna înfazê ya ji aliyê AKP û MHP’ê hat amedekirin û di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hat qebûlkirin di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Girtiyên siyasî ji derveyî vê qanûnê hat hiştin. Ji ber vê qanûnê wê gelek girtiyên ji ber sûcên îstîsmarên zayîndî hikûm xwarine dê bên berdan.   ÎSTÎSMARKAR WÊ BÊN BERDAN   Ji Platforma Jinê ya Şahmaran ê li Mêrdînê xebatên xwe bi rê ve dibe derûnas Berîtan Guneş, qanûna hat derxistin nirxand. Guneş, diyar kir ku ji ber vê pêşnûmeyê wê gelek tecawîzar bên berdan û wiha axivî: “Desthilatdarî ji sala 2016’an ve dixwaze vê qanûna înfazê derbixe. Di 16 salên dawî de 440 hezar zarok welidîn û sûcên zayendî jî sedî 46 li dijî zarokan pêk hat. Ev di raporan de jî derbas dibe. Tirkiye di warê îstîsmara zayendî ya zarokan de di rêza 3’yemîn a cîhanê de cih digire. Herî dawî wê li Tirkiyeyê pêşiya kesên tecawîzkar ên ku bi zarokên tecawîzkirine bizewicin dê bê vekirin û ev qanûn jî ji xwe di rojevê deye.”   'WÊ PÊŞEROJA ZAROKAN REŞ BIKIN’   Guneş, da zanîn ku zarokên rastî tecawîzê bên, wê tu carî vê rewşê ji bîr nekin û wiha got: “Tecawîz û tacîz bin pê kirina maf herî mezine. Kesê rastî tecawîz û tacîzê bê tu carî vê yekê ji bîr nake. Gelo di vê rewşê de wê çawan zarok bi tecawîzkarên xwe re bên zewicadin? Gelo wê ev xizmeta çi bike? A rast, bi berdana faîlên îstîsmara zayendî re wê pêşeroja zarokan reş bikin. Serbest berdana faîlan wê xizmeta rizandina civakî û zêdebûna tundiya zayendî bike. Dê ev zirarek mezin bide bîr û baweriya zarokan.” MA / Omer Akin