'Di warê hiqûq û wijdanê de pirsgirêkek e mezin e' 2020-04-16 09:24:51 ÎZMÎR - Parêzer Mehmet Baran Selanîk, qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî li derveyî wê hatin hiştin nirxand û got: "Sirf ji ber ku muxalif in mirov ber bi mirinê ve tên şandin. Ev dijî hiqûqê ye û di warê wijdan de jî cihêkariyeke bipirsgirêk e." Qanûna înfazê ya nû ku girtiyên siyasî derveyî wê hatin hiştin di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Îzmîrê Parêzer Mehmet Baran Selanîk, qanûna înfazê ya nû nirxand.   Selanîk, diyar kir ku tê derpêşkirin ku armanca pakêta înfazê ya ku girtiyên siyasî daxilî nav nehatine kirin, ji ber vîrûsa coronayê mirovan ji girtîgehê derxînin û got, lê gava mirov li pakêtê mêze dike armancekî wê yê bi vî rengî tuneye. Selanîk, got: "Di qanûna înfazê de ne behsa çalakiyê behsa kesan dike. Armanc kesan daxilî nav civakê bikin. Lê divê texîlkeriya ceza jî neyê berterefkirin. Çimkî divê bê dîtin ku civak û kes, gava sûcekî bike wê çi bê serî wan û armanc careke din sûc neyê kirin."   Selanîk, destnîşan kir ku ji zûde ye li Tirkiyeyê bi efû û kêmkirina înfazê re armanca texîlkeriya ceza hatiye terkirin. Selanîk, anî ziman ku ji ber ku kes dizanin wê 4-5 sal şûnde bi hin sererastkirinên qanûnê bên berdan, giranbûna cezayê wan bi tu awayî pêşî li kirina sûc negirtiye û bal kişand ser berdewamiya sererastkirina di hiqûqa ceza û înfazê de.   BAWERIYA BI DARAZÊ PIR KÊM E   Selanîk, anî ziman ku li Tirkiyeyê kesên ceza dibirin ne objektîf in û got: "Li Tirkiyeyê pir kêm kes bi darazê bawer dikin. Di warê baweriya darazê û bilindbûna hiqûqê de li cîhanê em di rêzên dawî e ne. Sedemên vê hene; siyasîbûna darazê, rejîma çewsîner a li ser muxalifan, tepisandina dengên muxalifan, tevdîrên girtinê ku îqtidar wekî çoyekî bi kar tîne hwd."   Selanîk, bibîr xist ku li Tirkiyeyê mirov ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakiyî, pirtûk, nûçe û parastina muwekîlên xwe tên girtin û ceza li wan tê birîn û got: "Pêşî tişta divê em sererast bikin ev e, pakêta înfazê di warê hiqûqî de cihêkariyê di xwe de dihebîne û li gor rêgeza wkeheviyê ya xala 10'an a Qanûna Bingehîn nayê qebûlkirin."   Selanîk, destnîşan kir ku qanûna înfazê ya nû jiyana mirovan tune hesibandiye û got, ji ber vê wê li girtîgehan gelek kes bi şewba coronayê bikevin. Selanîk, got: "Tê dîtin ku li dijî vîrûsa coronayê baş tevdîr nehatine girtin. Digotin li girtîgehan tiştek jî tuneye. Lê belê duh mecbûr man ku weqayên li girtîgehan û mirinên çêbûne aşkere bikin. Ev li dijî hqiqûê ye û di warê wijdanî de jî bipirsgirêk e. Mirov sirf ji ber ku muxalif in be rbi mirinê ve tên şandin. Ji xwe ancax ev li îqtidarê bê."   PÊVAJOYA 12'Ê ÎLONÊ BIBÎR DIXE   Her wiha Selanîk bal kişand ser xala ku piştî girtî bên lêpirsînkirin û paşê ji hêla komên îstixbaratê ve jî ji girtîgehê bên girtin. Selanîk, anî ziman ku di dema 12'ê Îlonê de jî mirovan ji qawîşan digirtin û îşkence dikirin û got: "Heta bi heftan, bi mehan agahî ji wan nedihatin girtin. Ji xwe ez behsa kiryar nediyaran nakim. Ên dihatin girtin piştî îfadeya li dozgeriyê û li dadgeriyê vê carê hin kesên din ew didan ber lêpirsînê."   MA / Sevda Aydin