‘Qanûna Înfazê derveyî hiqûqê ye’ 2020-04-16 09:24:19 AMED - Rêvebera Şaxa OHD’ê ya Amedê Parêzer Ozum Vurgun têkildarî qanûna înfazê ya ku AKP’ê û MHP’ê di meclîsê de derbas kir diyar kir ku derbaskirina qanûnê ya bi vî şiklî îhlalkirina mafê jiyanê ye û got: “Tu eleqeya qanûna înfazê bi hiqûq û Destûra bingehîn tune. Ev yek binpêkirina xala wekheviyê ya Destûra Bingehîn e."  Qanûna înfazê ya ji 70 xalên ku girtiyên siyasî li derve hişt û rê li pêş berdana girtiyên edlî vekir, di meclîsê re derbas bû. Bi guhertina zagonê re berdana girtiyên edlî dest pê kir. Rêvebera Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Parêzer Ozum Vurgun der barê qanûna înfazê ya îqtîdara AKP- MHP’ê li meclîsê qebûl kir, axivî. Vurgun, diyar kir  ku qanûna înfazê ya bi vî halî hilberîna hişmendiya cudakar e û wiha got: “Tirkiye dijberî rêgeza wekheviyê ya ku di Destûra Bingehîn de tenê nivîskî heyî tevdigere. Tu eleqeya qanûna înfazê û hiqûqê bi hev tune. Vê qanûnê netewperestî esas girtiye. Dûrî bingeha avakirina komarê ye. Armanca vê qanûnê gelan bêdeng bike ye.    ‘TEDBÎRÊN LI GIRTÎGHAN TÊRA NAKIN’   Vurgun, bal kişand ser kesên ji ber vîrûsa corona dimirin û wiha axivî: “Tedbîrên ku li girtîgehan tên girtin têr nakin. Girtîgeh ji bo belavbûna vîrûsê cihê herî guncav e. Berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Malzemeyê paqijiyê bi bihayekî zêde difiroşin girtiyan. Ewil nadin û piştre jî buha difiroşin. Disa gardiyaı tedbîran nagirin. Gardiyanên dibêjin ‘em hatine vîrusê belav bikin’ hene. Tedbîrên neyên girtin dê encamên giran bi xwe re bîne."    ‘HUQÛQA DIJMINANE YE’   Vurgun, anî ziman ku gotina parlementerê AKP’ê ya ji bo parlementerên HDP’ê yên girtî got "Bila bimrin" sirûda wan e û wiha berdewam kir: “Gotina ‘bila bimrin’ aşkere li her derê tînin ziman. Ev Hiqûqa Ceza ya Dijminane di pêşnumeya qanûnê de dîsa derket holê.”   ‘QANÛNA ÎNFAZÊ DERVEYÎ REGEZÊN DESÛRA BINGEHÎN E'    Vurgun, herî dawî destnîşan kir ku sazkirina qanûna înfazê bingeha derdoreke ne aştiyane ye û wiha got: “Qanûna înfazê derveyî rêgezên bingehîn ên Destûra Bingehîn e. Îhlala mafê jiyanê û rêgeza wekhev e. Esas armanca van kesên ku ev qanûn di meclîsê de derbas kirî ewe ku hevoka di makeqanûnê de bi peyva “mirov” dest pê dike û bi “dewleta hiqûq a civakî ye” diqede qetil bikin. Ev xeyala rejîma dewletê ya totalîter e.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme